Cezayê pere li kesên 4'ê Nîsanê pîroz kirin hat birîn 2020-04-05 16:20:48   MÊRDÎN - Li Stewrê, welatiyan 72’emîn roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêxistina agir û teqandina guleyên hewayî pîroz kirin. Cezayê pereyan li kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn hat birîn.    Li Gundê Barman a navçeya Stewr a Mêrdînê, welatiyan 72’emîn roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêxistina agir û teqandina guleyên hewayî pîroz kirin.    Piştî pîrozbahiyê, qereqolê bangî 24 kesan kir û îfadeyên wan girtin. Bi hinceta “Qanûnên Qebahetê” 3 hezar û 150 TL cezayê pere li 24 kesan hat birin û dûre hatin berdan.