Cîvîna MYK'ê ya HDP'ê dest pê kir 2020-04-05 13:06:29   ENQERE - Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ya bi rêya konferansa vîdeoyê dest pê kir.    Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar de bi rêya konferansa video li hev kom bûn. Civîna ku ji 15 rojan carekê pêk tê, dest pê kir. Lijneya Rêvêberiyê ji ber şewba (Covid-19), li ser tedbîrên civakî rawestiyan û diyar kirin ku berî her tiştî piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Lijneyê biryar stend ku ji niha û şûnde hefteyê carekê civînên xwe li dar bixin. Lijneyê xwest li şûna ji îqtîdar û dewletê bixwazin, dijberî vê yekê rêyên alternatif pêş bixin û torên herêmî û torên piştevaniya civakî xurt bikin. HDP’ê li dijî zor û zehmetiyan biryar girt ku dê ji bo parastina civakê tedbîran bigirin û ji bo vê yeke armanc dikin ku torek fireh a piştevaniya civakî pêş bixin. HDP ji bo parastin û piştevaniya civakê dest bi "Kampanya Xwişk û Bira" dike.