Kolanên Kobanê hatin dezenfektekirin 2020-04-05 11:28:18   KOBANÊ - Bi pêşengtiya Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê şaredariya gel û rêveberiya giştî ya Ekolojî yên herêma Firatê, îro kolanên Kobanê dezefenkte kirin.   Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê bi hevkariya desteya tenduristî û rêveberiya giştî ya Ekolojî  di 30'ê Adarê de bi dirûşma "Dest bi dest li beramberî Korona yê" li Kobanê dest bi hemleyekê kir. Di pêvajoya yekemîn a hemleyê de biroşûr li taxên Kobanê hatin belavkirin, pêvajoya duyemîn di 31'ê Adarê de rûpoş û lepik li ser bendên kontrolên yên çûn û hatina Kobanê, li welatiyan hatin belavkirin û di pêvajoya sêyemîn de jî îro bi alîkariya şaredariya gel û rêveberiya giştî ya Ekolojî yên herêma Firatê kolanên Kobanê dezefenkte kirin.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku piştî qedexeya derketina derva ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di 23'ê Adarê de hat ragihandin ku şaredariya gel û rêveberiya giştî ya Ekolojî rojane kolanên Kobanê paqij dikin.