Mexdûrên erdhejê yên bi talûkeya koronayê rû bi rû ne: Bergirî tune ye 2020-04-05 10:40:09   Hikmet Tunç   WAN - Li Elbaka ku di bin bandora erdhejê mabû û konteynirên ku meheke şûnde hatin û hîn nehatine avakirin gel têkoşîna jiyanê dide. Hevseroka Şaredariya Elbakê Şengul Polat a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin got:"Temîneta maske, lepik û dezenfektanê heta niha gerek hatiba kirin."   Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di 23'yê Sibatê de erheja bi pîleya 5.9 pêk hatibû û li kuçeyên Elbaka Wanê 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî erdehejê bi derengî kon hatin vegirtin. Kon ne li gor şerdên zivistanê bûn û mexdûrên erdhejê dîsa bi derfetên xwe xwe diparastin. Her wiha mexdûrên erdhejê bi pirsgirêkên av û elektirîkê jî rû bi rû hatin hiştin û mecbûr man ku li gundên nêz serê xwed bişon. Konteynirên ku mehek şûnde şandin herêma erdhejê hîn nehatine avakirin.    Ketina kuçeyan a HDP'yan hatibû astengkirin   Alîkariyên ku HDP'ê şandin herêmê hatin astengkirin. Lê tevî vêya piştevaniyê dewam kir. Di dema serdanê de pêdiviyên ji bo jin û zarokan gihaştibû mexdûrên erdhejê.    Berxikên ji karesatê hatibûn rizgarkirin ji ber stargeh tunebû mirin   Pezên mexdûrên erdhejê ku jêderka debara wan bû di encama erdhejê de mir. Berxikên ji karesatê hatibûn rizgarkirin ji ber stargeh tunebû mirin. Gelekan jî ji ber ku nikaribûn li mîhên xwe binirhêrtan bi buhayek kêm firotin.    Rewşa dawî ya li herêma erdhejê    Zarok û jin ên mexdûrên erhdhejê ji ber ku banyo, destav tune ye û di warê paqijiyê de tengasiyê dikşînin têkoşîna jiyanê didin. Betaniyên ji bo konên hatibûn vedan bi rojan şûnde gihaştibû ber destan. Hîn jî çend konteynirên ji bo malbatan hatibûn şandin nehatine avakirin. Gelek welatî jî ji ber erheja ku pêk tê newêrin têkevin malên xwe.    Keyayan diyar kirin ku herî dawî kon di dema serdana walî de hatibû dezenfektekirin û ji wê şûnde hîn nehatine dezenfektekirin.    'Mexdûrên erdhejê bi pirgirêkên mezin rû bi rû hatine hiştin'   Hevseroka Şaredariya Elbakê Şengul Polat a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin got:"Mexdûrên erhejê di warê paqijiyê de di tengasiyê de ne. Pêdiviyên wan ên wekî banyo, destav û dezenfekteyê bi cih nînin. Mexdûrên erdhejê bi pirgirêkên mezin rû bi rû hatine hiştin. Li dijî Vîrusa Koronayê ya ku li cîhanê belav bûye divê tedbîr bên girtin. Ev yek jî ji bo mexdûrên erhejan tê wateya karesatekê. Tevî ku di ser erhejê de du meh derbas bûye jî hîn konteynir tenê gihaştiye du kuçeyan. Ew ê kengî bigihêje kuçeyên din hîn ne diyar e. Divê heta niha temîneta maske, lepik û dezenfektanê heta niha gerek hatiba kirin. Divê cihên cilşuştinê yên seyar ji bo mexdûrên erhejê bihata avakirin."