Li Çinarê malek hat xwarê û du zarokî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-05 10:06:00   AMED - Li Çinarê mala malbatek ji 10 kesî pêk tê hat xwarê û 2 zarokî di bin karesatê de jiyana xwe ji dest dan.   Li Kuçeya Bare ya Çinara Amedê mala malbatek ji 10 kesî pêk tê hat xwarê. Hat hînbûn ku dema mal hat xwarê malbat di xew de bûne. 8 jê zarok 10 kes di bin karesatê de man.    Welatiyan 10 kesên di bin karesatê de mabûn derxistin. Berê malbat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê dawiyê sewqî nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatin kirin.    2 zarokî jiyana xwe ji dest dan   Guneş Demiroglu ya 14 salî û Dindar Demiroglu yê 15 salî yên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku tedawiya yên din didome.    Tê texmînkurun ku mala bi kerpîçan hatibû çêkirin ji ber barana zêde hatiye xwarê.