Li Girtîgeha Tîpa M a Êlîhê girtiyan şewat derxistin 2020-04-05 09:29:38   ÊLÎH - Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê  şewat derket.  Hat zanîn ku şewat ji ber îsyana ku girtî û hikumxwaran daye destpêkirin derket.   Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê agir bi hin deverên girtîgehê ket û şewat derket. Hat hînbûn ku sedemê şewatê hikumxwarên ku ji paketa darazê sûd negirtin derxistin. Di encama şewatê de gelek ambulans û agirkuj sewqî girtîgehê hatin kirin . Li ser vê gelek malbatan jî berê xwe dan ber girtîgehê û ji bo ku agahî bigirin  li ber deriyên girtîgehê bi saetan sekinîn. Piştî ku baroya Êlîhê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî li ser medyaya civakî parve kir ku îsyan ji hêla hikûmxwaran ve hatiye destpêkirin û got:"Em dixwazin agahdariya herî dawî ya ku ji me re di derheqê şewata li Girtîgeha Tîpa M ya de ji me re hatî ragihandin parve bikin, rewş di bin kontrolê de ye û girtiyên mirî û birîndar tune ne."   Her wiha hat hînbûn ku koguşên ku tê de şewat derketî  ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatin valakirin.