Xizmên girtiyan: Girtiyên sîyasî divê cuda neyên destgirtin 2020-04-05 09:02:14   Medya Uren-Rengîn Azîzoglu   AMED - Di pakêta darazê ku ji bo girtiyan hat amadekirin de ji girtiyên siyasî re cih nehat dayîn. Xizmên girtiyan bertek nîşa vê yekê dan û gotin ku ew wekheviyê dixwazin. Malbatan diyarkirn ku bi vî cudahiya hat kirin re wê aloziyên mezin pêkwerin, lewra bi hezaran girtiyên sîyasî ên nexweş bi metirsiyê re rû bi rû ne.   Nexweşiya Korono (COVÎD-19) a ku bi lez li çar hewîrdorê Tirkiyê belav bûye dibe sedema mirinê. Pispor ji bo astenkirina nexweşiyê her roj ji bo paqijî, îzalasyon û tendudrustiyê hişyariyan dikin. Ji van cihên ku metirsiyê avadikin yek jê jî girtîgehin.  Li Tirkiyê 300 hezar kes di girtîgehê de dimînin û her roj derbarê neparastin û paqijiyê de girtî bi rê ya telefonan gilî û gazinan dikin. Di vê pêvajoyê de ji aliyê îktidarê ve paketa darêzî a 3’emîn ya hatiye amadekirin jî ket rojevê. Lê hat gotin ku wê girtiyên sîyasî ji paketê sudê negirin. Xizmên girtiyan bertek nîşa biryarê dan û pirsgirên di girtîgehan de tê jiyîn  bi ajansa me re parve kirin.   ‘Kantînên girtîgehan hemû alavan gelek buha didin’   Xuşka girtiyê bi navê Omer Ezer, Fatma Ezer ku bertek nîşanî pakêta darazê da di destpêka axaftina xwe de qala rewşa girtiyan kir û wiha got: “Tê zanîn ku hevdîtina bi girtiyan re hatiye qedexekirin. Em bi riya telefonê bi xizimên xwe yên girtî re diaxivin û ev jî bi demjimêran sînordar e. Di hevdîtinê de Omer qala ewlehî û tedbîrên li girtîgehan têne girtin kir û da zanîn ku ew ji mafên xwe yên hewadariyê, bi hevalên xwe re runiştinê ango komî xwarin xwarinê mehrum dimînin. Belkî ev ji were weke kiryarên hêsan werin lê tenê qada me ya civakî  ev e. Di nava çar dîwaran de tişta herî bîhna wan fire dike eve. Lê mixabin niha nikarin wan jî bikin. Lewra Ommer got ji derveyî van ewlehiyan tu tedbîr nayê girtin. Malzeme û pêdiviyên ji bo parastinê bi tu şêweyî nayên dayîn. Dezefenktan, kolanya, maske û lepik ji wan re nayên dayîn. Ji ber vê sedemê lîmon hat hişê min, min got hinek ji be wê cihê van dezefenktanan bigire. Lê li kantînê ew jî bi bihayek zêde tên firotin. Tiştên ji derve tên bi bihayek gelek giran tên firotin û ev jî ne tenê meezemeyên parastinê ne.”   ‘Pereyê me şandiye negihiştiye destên wan’   Hevjîna girtiyê sîyasî ê bi navê Cengîz Kazici Zeynep Kazici jî karasta koronoyê bi  bîranî û got kesên girtî ji me zêdetir di xeterê de ne û divê hikûmet zêdetir li wan baldar be.  Zeynep wiha axaftina xwe berdewam kir: “Girtî bi her awayî pirsgirêkan dijîn.  Ji bo ewlehiyê tu malzeme ji wan re nayên dayîn. Girtî di warê xwarin û vexwarinê de jî pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku nikarin xwedîkirineke baş li xwe bikin bi belavbûna vîrusê re ew ê pirsgirêkên cidî derkevin holê.. Me 2 caran bi riya PTT’ê pere ji wan re şand, lê hîna ew ji negihiştiye destên wan û malzeme bêyî pere ji wan re nayê dayîn. Hevjînê min di nav de bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, piştî ku grev qediya  jî tedawiyeke baş nehat kirn. Bi hevjînê  min re fitiq heye pêwîst bu tedawiye bibîne lê bi tu şêweyî ranekirnin nexweşxaneyê. Hikûmet bi pakêta darazê wê bi hezaran girtiyên edlî serbest berde.  Ger qanunek derxistibin divê herkes bi awayekî hevpar jê sudê bigire. Madem hun bang dikin dibêjin bila herkes li malên xwe bimînin divê girtî ji werin malên xwe. Dilê me ne rehete. Wekhevî mafê herkesî ye.”   ‘Hikumet dixwaze girtîgeha bike goristan’   Hatun Yildiz a ku dayika girtiyê bi navê Ferhat Yıldız e, got ku lawê wê 6 sale di girtîgehê de de ye û tene saleke wî maye. Hatun wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez her roj bi tirs çavên xwe li roja nû vedikim. Me pêvajoyên girîng derbas kirin û îro jî em li heberî vîrosê têkoşînê didin. Parastina girityan erka hikumetê ye. Lê mixabin ji dervey qedexekirina hevdîtinan hikumet tu ewlehiyan nagire ku girtî nikarin bi derfetên xwe jî wan ewlehiyan bigirin. Ji ber ku alavên parastinê nayê û bi taybet jî meezemeyên paqijiyê bi bihayek giran li kantînê tên firotin. Ciha herî bi tendurust mal e. Divê yan di sîstemê de nubun pêkwere yan jî girtî azad bên berdan.  Qanûna înfazê hat amdekirin lê zarokên me jê sûd negirtin. Ev vî neheqiya hikûmetê dide nişandan.  Ez bang li her kesî dikim û bila bên û em zarokên xwe ji girtîgehan derxînin. Hikumet dixwaze wan girtîgehan bike goristan. Lê divê em destura vê yekê nedin. Li gorî ku kurê min dibê gardiyan bi awayekî ne ji rêzê dikevin hundir. Ne li dûrbûnê û ne jî li paqijiyê baldarin. Ger ku hikûmet ewlehiyan negire em ê dest bi çalakiyan bikin. Ez bang li hemû dayikan dikim ku denge xwe bikin yek.”