ROJEVA 5’YÊ NÎSANA 2020’AN 2020-04-05 09:00:37   * Di pakêta darazê ku ji bo girtiyan hat amadekirin de ji girtiyên siyasî re cih nehat dayîn. Xizmên girtiyan bertek nîşa vê yekê dan û gotin ku ew wekheviyê dixwazin. Malbatan diyarkirn ku bi vî cudahiya hat kirin re wê aloziyên mezin pêkwerin, lewra bi hezaran girtiyên sîyasî ên nexweş bi metirsiyê re rû bi rû ne. DÎMEN HEYE   *Rêvebera Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Şêrîn Îsmaîl, ewlehiyên ku ji bo vîrûsa Korona yê girtine nirxandin. Şêrînê bang li koçberên Serêkaniyê kir ku bi rêyên qaçax neçin Serêkaniyê ji bo ku bi koronayê nekevin û gel jî pê nexin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl derbarê rewşa girtiyên li Bakurê Kurdistanê û xeteriya belavbûna vîrûsa Koronayê de nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk û hevkarên wê pêvajoya vîrusa koronayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin." DÎMEN HEYE   *Di çarçoveya bergîriyên ku li dijî koronayê li Tirkiyeyê hatin girtin de li gel ku banga ‘li malê bimîne’ tê kirin, Makbûleya ku em bûn şahide rojeke wê, diyar kir ku heta roja îro jixwe civakîbûna wê hatiye astengkirin û barê malê çawa lê hatiye barkirin ji me re vegot. Makbûle  ya  got “Em hînî malê hatine kirin” kare malê ku di vê pêvajoyê de zêde bûye hemû li pişta wê hatiye banrkirin.   *Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê bal kişandin ser şîdet û kuştina jinê û gotin: "Piştî belavbûna vîrûsa koronayê bangewaziyên 'li malê bimînin' tên kirin. Lê ligel bangewaziyê ji bo parastina jinê tiştek nayê kirin."   *Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Sîbel Genç diyar kir ku Mûş bajareke xizan e û got: "Bi belavbûna vîrûsa koronayê re tirs û fikara welatiyan zêdetir bû. Ji ber ku bajareke xizan e divê polîtîkayeke taybet li hemberî vir bê meşandin."