Li Farqînê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê 2020-04-04 19:13:45   AMED - HDP û BDP bi minasebeta 4'ê Nîsanê li Farqînê pîrozbahiyek li dar xist. Piştî pîrozbahiyê rêveberên partiyan çûn serdana welatiyan û maske belav kirin.    Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratî (DBP), li avahiya HDP'ê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê li dar xistin. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin.    Piştî pîrozbahiyê rêveberên partiyan çûn serdana welatiyan û derbarê vîrûsa koronayê de welatî hişyar kirin û maske belav kirin.