Bi boneya 4'ê Nîsanê li Dêrikê dar hatin çandin 2020-04-04 19:03:40   QAMIŞLO - Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Dêrîkê dar hatin çandin.   Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji hêla şêniyên bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê ve dar hatin çandin.    Piştî bi deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongreya Star Wesfê Murad axivî û got: "Em rojbûna Rêber Apo hemû gelên azadîxwez pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo rojbûna me tevahî gelan e, ji ber Rêber Apo me azad kir. Em ê her li ber xwe bidin ku heta azadiya Rêber Apo pêk bê."   Piştî axaftinan, li taxa Şehîd Xebatê dar hatin çandin.