Xeta avê ya ku bû hedef, ji hêla Şaredariya Til Temirê ve tê çêkirin 2020-04-04 15:44:06   HESEKÊ - Ji ber topbarana dewleta tirk xeta avê zirar dît, Şaredariya Gel a Til Temirê ev du roj in ji bo avê bighînin gelê xwe dixebitin. Hewl tên dayîn ku heta evêra xebatên xwe bi dawî bikin.    Di 2'yê Nîsanê de dewleta tirk û hevkarên wê gundê Um El-Kêf topbaran kirin, di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû û xeta avê hedef hat girtin. Ev du roj in karkerên Şaredariya Gel a Hesekê û Til Temir dixebitin ku xeta avê nû dikin. Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Zeyneb Eyo bal kişand ser xebatê.    Zeynebê got ku dewleta tirk bi zanebûn xeta avê hedef girtiye û wiha dom kir: "Ji ber topbarana xeta avê, sê roj in nîv milyon kes bê av mane. Em jî wekî şaredarî ev du roj in karker û alavên me tê de dixebitin ku çêbikin. Dê heya saetên êvarî ew ê xeta avê çêbibe."   'Xeta avê hedef hat girtin'    Zeynebê armanca dewleta tirk ji qutkirina avê wiha anî ziman: "Dewleta tirk bi zanebûn xeta avê dîsa hedef girtin û baş dizanin ku tenê ev xet avê dighîne Til Temir û Hesekê. Di rewşeke herî giran û zehmete ya belavbûna vîrûsa korona yê de, dewleta tirk xeta avê hedef girt û nîv milyon kes bê av hişt û dixwazin binesaziya herêmî jî birûxîne. Ji ber ne tenê av gelek caran ceyran jî ji ber topbaranê ji xizmetê derdikevin."   Zeynebê bangawazî li rêxistinên mirovî kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e rêxistinên mirovî qebûl nekin û rê li ber kiryarên dewleta tirk a dagirker bigirin."   Hêjayî gotinê ye ku heya vê kêliyê jî karker û alavên şaredariyê li Um El-Kêf in û di xeta avê de dixebitin. Li gorî ku hat xuya kirin jî ew ê heya saetên êvarî xet çêbibe.