Dayikên Şemiyê: Mafên heyî jî tune tê hesibandin 2020-04-04 15:13:51   STENBOL - Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa koronayê vê hefteyê jî çalakiya lêpirsîna li aqûbeta windayan li ser hesabên xwe yê medyayê civakî li dar xistin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 784’emîn a çalakiya xwe li ser hesabên xwe yê medyaya civakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê di hefteya 784’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Talat Turkoglû yê Serokê Partiya Karkeran ê wê demê ku di 29’ê adara 1996’an de di binçavan de hat windakirin pirsin. Li ser navê xizmên windayan xwişka Talat, Munube Turkoglû Yeprem daxuyanî da.    Munube, di detpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşnûmeya yasaya înfazê û got: “Divê dewlet yasayek bêcudakarî û wekhev bixe meriyetê. Mafê mirovan beriya her tiştî tê. Lê li Tirkiyê rastiya qanûna bingehîn û rastiya siyasî li dijî hev in. Îktîdara siyasî ya heyî mafên me yên qanûna bingehîn tune dihesibîne. Xwegihandina me ya însanên di binçavan de hatine windakirin û edaletê jî asteng dike.”    'Bi salan di girtîgehê de ma'   Munube, li aqûbeta birayê xwe yê 24 sal in winda ye pirsî û got: “Dosyeya wî înkar dikin û kujer bêceza hatine hiştin. Birayê min kesek çepgir bû. Ew li navçeya Avcilara Stenbolê dima. Beriya ku were windakirin 4 caran hatibû binçavkirin. Îşkenceya giran lê hat kirin. Bi salan di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan di 29’ê adara 1996’an de xwest biçe Edîrneyê û dayika xwe ziyaret bike. Ji Stenbolê heta Edîrneyê polîsan wî şopandiye. Di 1’ê nîsana 1996’an de ji Edîrneyê vegeriya mala xwe Stenbolê û ji wê rojê ve tu xeber jê nehatiye girtin."   'Heta niha tu encam negirtin'   Munube, destnîşan kir ku gelek carana serî li sazî û dezgehên netewî û navnetewî da ne, lê hemû bêencam mane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî endamên JÎTEM’ê li xwe mikûr hatin jî lê ev mikûrbûn bi kêrî tiştekî nehat. Tevî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo lêpirsîna birayê min Tirkiyê mehkûm kir jî tu tiştek jê derneket û hemû serlêdanên me dîsa hatin redkirin. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku dawî li bêcezakirina dosyeya Turkoglû bîne.”