MED TUHAD - FED banga bi dawî kirina tecrîdê kir 2020-04-04 13:13:37   AMED - Bi minasebeta 4'ê Nîsanê MED TUHAY-FED daxuyaniyek da û got: “Divê tecrîda li dijî Birêz Ocalan bê bi dawîkirin."   Bi wesîleya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Bi Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED), daxuyaniyek nîvîskî weşand û diyar kir ku cîhan, Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. TUHAD-FED’ê, da zanîn ku di van rojên dîrokî de, mirovahî li dijî şewbeke gerdûnî din ava têkoşînek zor û zehmet deye.    'Em Mahsûm û Mustafa bi bîrtînin'   Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Pergala kapitalîzmê bi polîtîkayên xwe yên neolîberal, nikare pêşiya şer, texrîbatên ekolojîk û xeritandina cîhanê bigire. Birêz Abdullah Ocalan ê dibin pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê de ku tim behsa modernîteya kapîtalîzm a dijmînê xweza û mirovaniyê dike, 72 saliya xwe. Ji ber vê 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd pir girîng e. Gelê kurd bi meşa ber bi Amarayê ve û bi coşek mezin her tim ev roj pêşwazî dikir. Lê mixabitin di salên dawî de, ji ber polîtîkayên êrîşkar destûr nayê dayîn ku gel biçe Amarayê û vê rojê pîroz bikin. Bi tecrîda li Îmraliyê re dixwazin girêdanbûna Abdullah Ocalan û gel a bi hev re ji hev qût bikin. Lê ligel hemû zor û astengiyan jî gelê me li her derê ev roj pîroz kiriye. Bi vê bûneyê em carek din Mahsûm Dag û Mûstafa Karaoglan ê di meşa Amarayê ya di sala 2009’an de hatin qetilkirin dixwazin bi bîr bînin û soza xweya têkoşînê nû bikin.”    'Polîtîkayên tecdîrê tên domandin'   Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Dewletên cîhanê li dijî şewba ku nikare pêşiya wê bê girtin girtîgeh vale kirin. Lê li Tirkiyeyê ligel talûke û gefa heyî jî, hîna polîtîkayên tecrîdkirinê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin vê banga xwe nû bikin. Em dixwazin ku tecrîda li ser Birêz Abdulalah Ocalan bi dawî bibe û demildest bê berdan. Weke ku tê zanîn polîtîkayên şer û zextan ne çareseriye. Em ji bo aştiyek mayîn de, hewldanên aştiyê yên Birêz Abdullah Ocalan destek dikin. Em rojbûna sala 72’yemîn a Birêz Abdullah Ocalan û coşaAmarayê ya gelê me pîroz dikin.”