Parlamenter Ayşe Surucu: Divê tecrîd bê bi dawîkirin 2020-04-04 12:27:42   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu 4'ê Nîsanê pîroz kir û got: "Bi awayek lezgîn divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Şert û mercên azadiya birêz Ocalan bên avakirin. Ji ber ku tecrîd pirsgirêkên heyî bêtir kûr dike.   Ji sala 2004'an de heta 2017'an de ji her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hezaran  kes bi minesebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  berê xwe didan Amarayê. Li tevî hemû dorbeç û astengiyan 4'ê Nîsanê dihat pîrozkirin. Kesên ku nediçûn Amarayê jî bi bernameyên cuda pîrozbahî li dardixistin. Lê 3 salên dawiyê "Meşa Amara ya Rojê" hat qedexekirin. Îsal jî ber vîrûsa koronayê (Kovid-19) pîrozbahî hatin betalkirin. Ligel pîrozbahî hatin betalkirin jî leşker û polîs dora gund dorpêç kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu ji ajansa me re qala tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan kir.   'Bi muzakereyan pirsgirêk ji holê radibin'    Ayşe, anî ziman ku kengî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin gelên Tirkiyeyê wê demê aram bû û wiha berdewam kir:" Ev 21 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdekî girankirî tê meşandin. Bandora birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de jî tu kes nikare înkar bike. Di demên borî de gelek caran birêz Ocalan bangewaziya ji bo aştî û agirbestê kiribû. Di encama wê bangewaziya wî de şert û mercên agirbestê hatibû avakirin. Mînaka herê dawî jî di 21’ê Adara 2013’yan de me dît. Ji 2013’yan heta 5’ê Nîsana 2015’an li Tirkiyê şert û mercên aştiyê ava bûbû. Aramiyek hatibû vê welatê. Kuştin û mirin bi dawî bûbûn. Di warê aboriyê de gelek pêşketin hebû li Tirkiyeyê. Ew pêvajoya mûzakereyê ya Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re dihat meşandin ew rewşa derxist holê. Lê belê piştî ku Serokê AKP’ê Erdogan got ‘Ez vê pêvajoyê nasnakim, ez mûzakereyan nasnakim'  Li ser birêz Ocalan tecrîdekî girankirî da meşandin. Ew pêvajoya jî bi dawî bû. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta roja îro rewşa Tirkiyê li ber çavane. Alozî qeyrana ku tê jiyîn mixabin hemû kes dibîne û şer berdewam dike. Di warê aboriyê de hilweşandinek heye. Ev hemû bi birêz Ocalan ve girêdayiye."    'Divê tecrîd bê bi dawî kirin'    Ayşeyê, diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn ronî dike û diyar kir ku li gel girankirina tecrîtê alozî her ku diçe kûr dibe û wiha bi lêv kir: "Mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Mixabin ev maf ji bo birêz Ocalan nayê bikar anîn û bi tecrîdek girankirî li hemberî birêz Ocalan tê meşandin. Hat xwestin ku têkiliyan wî ji derve, ji kurdan û ji cihanê bê qûtkirin. Pergala desthilatdar her çiqasî vê polîtîkayê bide meşandin jî bandora herê zêde jî li ser civakên, Tirkiyê û Rojhilata Navîn dike. Ji ber ku felsefeya birêz Ocalan di warê aştiya Rojhilata Navîn de jî rol û mîsyoneke mezin dilîze. Ji ber vê yekê pêwîste ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe."   'Bi paradigmayê vîna jina azad derket holê'    Ayşeyê destnîşan kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de jin jî tên tecrîtkirin û got:" Birêz Ocalan bi felsefeya xwe û paradigmaya xwe vîna jina azad derxist holê. Birêz Ocalan ji xwe di tespîtên xwe de jî pir vekirî dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe û azadiya civakê ji azadiya jinan re derbas dibe.’ Dema em bala xwe didin dîrokê jî wisa ye. Dema jinê winda kiriye civak û mirovahî jî winda kiriye.  Lewma birêz Ocalan dibêje ‘Heke mirovahî û civak dixwaze azad bibe divê berê her tiştî jin ji şert û mercên koletiyê xilas bibin. Jin ji bê vîn bûyînî xilas bibe û jin bibe xwedî vîna xwe ya azad.’ Lewma paradîgmaya birêz Ocalan li ser esasê azadiya jinê ye. Bi tecrîd kirina birêz Ocalan re li vî welatê jin jî hatin tecrîtkirin û vîna jinê hat tecrîtkirin. Civak hat tecrîtkirin."   'Em hêvîdarin ku 4'ê Nîsanê bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan'   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û got ku ew hêvîdarin ku 4'ê Nîsanê bibe wesîleya azadiya hemû girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi awayek lezgîn tecrîda li ser birêz Ocalan divê bê bidawî kirin. Şert û mercên azadiya birêz Ocalan divê bên avakirin. Divê pêvajoya muzakereyan çareseriya pirsgirêka kurd ji nû ve bên destpêkirin. Em carekê din 4’ê Nîsanê rojbûna birêz Ocalan pîroz dikin. Em hêvîdarin bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan."