Dayikên li Mexmûrê bi dar çandinê 4'ê Nîsanê pîroz kirin 2020-04-04 11:55:12   MEXMÛR - Bi wesîleya 4'ê Nîsanê dayik û jinên li Wargeha Mexmûrê li Baxçeya Dayika Uveyşê dar çandin û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.    Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên girseyî îsal nehatin lidarxistin, lê dayik û jinên li Mexmûrê li Baxçeya Dayika Uveyşê dar çandin. Li vir li ser navê Meclîsa Îştarê Teybet Kapan axivî.   Teybet, di serî de 4'ê Nîsanî li gelê Kurd pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em rojbûna Serokatiya xwe li Serokatî, malbata wê, tevahî Kurdên bi wîjdan, gerîllayên serê çiya, berxwedanvanên di girtîgehê de ne, li tevgera azadiyê, li wargeha Mexmûrê û li tevahî jinan pîroz dikin. Her sal di vê rojê de Gelê Kurd, jinên Kurd li her deverê berê xwe didan Amarayê. Li her deverê jî bi girseyî dihat pîroz kirin lê ji ber ev şewba korona weke Meclîsta Îştar pêwîstî hat dîtin ku em îsal bi vê şêwezê pîroz bikin. Lê her kes dikare bi rêbazên cuda pîroz bikin. Her jinek dikare li baxçeyên xwe daran biçînin."   Teybet, destnîşan kir ku gel bi fikr û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişyarbûn û wiha got: "Em bi fikir û ramanên Rêber Apo hişyar bûn û bi taybetî jî jinên kurd. Jin bûn xwedî zanîst û xwedî ziman jî. Divê kurd bêtir xwedî li Rêberê xwe derkeve. Em bi hêvîne ku salên li pêşiya me em vê rojê bi Serokatiya xwe re pîroz bikin."   Piştê axiftinan li baxçeyê darên hatin çandin.