'Rêber Apo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn hişyar kir' 2020-04-04 09:09:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) axivîn û gotin: "Rêber Apo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn hişyar kir. Ji bo jinan têkoşîn kir û wekhevî di navbera herdu zayendan de ava kir. Em piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê, ji ber ku YPJ zarokên me ne."   Di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji dayik bûye. Her sal Gelê Kurd di 4'ê Nîsanê de bi coş û heyecaneke mezin rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Jinên kurd her sal soza xwe ya têkoşîn û domandina berxwedanê li dijî sîstema deshilatdaran nû dikin. Di 4'ê Nîsana 2013'an de Artêşa jinan bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi armanca parastina jinan li hemberî hemû cureyên êrîşan li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin. YPJ'ê bi erka xwe ya parastina jin û axa Rojavayê Kurdistanê radibe.   Jinên Kobanê di derbarê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ'ê de ji ajansa me re axivîn.   'Em hêvîdar in ku di sala 2021'an de em bi Rêber Apo re 4'ê Nîsanê pîroz bikin'   Jina bi navê Zeyneb Elî rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Gelê Kurd û dayikên şehîdan pîroz kir û wiha domand: "Rêber Apo ji bo mafê me bidest bixe îro di girtîgehê de ye. Pêwist e îro em jî ji bo azadkirina Rêber Apo têkoşîn bikin. Her sal em rojbûna Rêber Apo bi kêfxweşî pîroz dikin, lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Korona li cîhanê em wek her sal nikarin li hevdu kom bibin. Em ê li malên xwe rojbûna Rêber Apo pîroz bikin. Em hêvîdar in ku sala 2021'an Rêber Apo di nava me de azad be û em bi hevdu re rojbûna wî pîroz bikin."   'Em piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê'   Dayika bi navê Ferîda Xelîl Elo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ'ê pîroz kir û wiha pê de çû: "Ma sûc û gunehê Rêber Apo çi ye? Tenê ji ber ku xwediyê projeya netewa demokratîk e û doza Gelê Kurd dike, ewqas sal di zîndanê de ye. Belavbûna Vîrûsa Korona li Tirkiyeyê li ser jiyana Rêber Apo xetere ye. Em azadiya Rêber Apo dixwezin. Jinên kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin û di roja ji dayikbûna Rêber Apo 4'ê Nîsanê de Artêşa jin ango Yekîneyên Parastina Jin hat damezrandin. Îro YPJ'ê li hemberî hemû êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilartê Sûriyeyê parastina me dike. Em piştgiriyê didin şervanên YPJ'ê, ji ber ku YPJ zarokên me ne. Îro Erdogan îdea dike ku şervanên YPJ'ê terorîst in lê yê terorîst Erdogan û çeteyên wî ne."   'Welat bê Serok nabe'   Di dawiyê de dayika bi navê Emîna Diyar rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Gelê Kurd pîroz kir û got: "Rêber Apo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn hişyar kir. Ji bo jinan têkoşîn kir û wekhevî di navbera herdu zayendan de ava kir. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinan mafê xwe bi dest xistin û îro jin di qadên siyasî, leşkerî, aborî, diplomasî, civakî û çandî de rola xwe dilîze. Em hêvîdar in ku Rêber Apo azad bibe, ji ber ku welat bê serok nabe. Di 4'ê Nîsanê de her sal me li gundê Elpelurê rojbûna Rêber Apo bi coş û heyecaneke mezin pîroz dikir, lê îsal em ê di malan de 4'ê Nîsanê pîroz bikin."