‘Pêwist e tedawiya diranan were rawestandin’ 2020-04-04 09:03:00   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Piştî belavbûna vîrusa koronoyê pisporan şiyarî kir ku bêyî rewşek lezgîn hebe divê kes serî li nexweşxaneyan nede. Bijîka diranan Arzu Ozbek ji di vî derbarî de şiyariyên xwe parve kir û wiha got: “Di vê pêvajoyê de tişta em di serî de pêşniyar bikin li mal mayîne, ango ger pirsgirêkên we yên diranan hebin bi tendurust timer bikin û li paqijiya dev miqate bin.”   Nexweşiya Koronoyê (COVİD-19) a ku ji dîroka 11’ê Adarê ve ji aliyê Rêxistina Cîhanê ya  Tendurustiyê ve weke “Pandemî” hat îlankirin di demek kurt de bandorek mezin li Tirkiyê ji kir. Li gel ku li cîhanê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, li Tirkiyê jî bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Lewra bi hezaran kes jî bi vê nexweşiyê ne. Ji bo ewelehiya civakê pispor şiyarî dikin ku ji derveyî rewşên lezgîn divê kes serî li nexweşxaneyan nedin. Yek ji van pirsgirêkên tendurustiyê jî nexweşiya dirana ye  ku bêyî rewşek lezgîn hebe divê kes serî li bijîşkê diranan nede ku ev ji bo nexweş gefek diafirîne. Bijîşka didanan Arzu Ozbek di vî derbarî de pêşniyar û şiyariyên xwe bi ajansa me re parve kirin.   ‘Ji ber pirsgirêkên hêsan serî li nexweşxaneyê nedin’   Arzu di destpêka axaftina xwe de got ji roja vîrusa koronoyê li welat belavbûye heta niha her bijîşk qala pirsgirêka kêmbûna ekîpmanên parastinê dike. Arzu got bi destpêkirina kar re bijîşk ji bo ekîpmanên parastinê ên hêsan ji bibînin asteniyan dijîn. Arzu wiha berdewam kir: “Em ji bo vê yekê bang dikin, lewra bi bangkirinên me re ji hîna tedbîr û ewlehî têr nakin. Lê weke ku pirsgirêkên me tune ne em tên nîşandan. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan li nexweşxaneyên zanîngehê paketên alîkariyê tên vekirin ku ev jî rewşa heyî  vedibêje.”   ‘Vîrus belav dibe’   Arzu da zanîn ku virus weke dilopên dohn belav dibe û  yek ji kesên ku ev vîrus herî zêde wê li wan belav bibge jî bijîşkên diranan. Arzu  wiha berdewam kir: “Di tedawîkirina  diranan de aerosol pêktê û ev aerosol demek dirêj li hewayê dimîne. Ev ji dibe sedem ku xebatkarên di vê qadê de ango nexweş zutir tuşî nexweşiyê bibin. Ji ber vê  pêwîste ku bêyî kesên rewşa wan ya lezgîn hebe kes ji ber pirsgirêkên biçuk serî li nexweşxaneyê nede. Di serî de pêşniyara me li mal mayîn e. Ger pirsgirêk û gazincên we hebin bi riya paqijî û tîmarbunek bi tendurust re ewlehiya xwe bigirin. Tiştên bi şekir û afîlî nexwin, di heman demê de divê hertim deve we paqij were girtin û herî kêm rojê 2 caran diranên xwe paqij bikin ango firçe bikin.”