Meclîsa Îştar a Mexmûrê 4'ê Nîsanê pîroz kir 2020-04-04 08:54:25   MEXMÛR- Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi boneya 4'ê Nîsanê pîrozbahiyek li dar xist.   Bi minasebeta 4'ê Nîsanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji hêla Meclîsa Îştar ve li Baxçeya Dayik Uveyşê  bernameyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Her wiha ciwanên wargehê jî li gelek deverên cuda meşale pêxistin.    Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen di axaftina xwe de bal kişand ser wateya 4'ê Nîsanê û got: "Ev roja ku em tê de dijîn hişmendiya pergala serdest ya ku hemû xwezayê talan kir û civak û exlaqê bi tunebûnê re rûbirû hiştiye. Mînakekî herî ber bi çav jî di roja me ya îro de ev nexweşiya ku derketiye, pergal dixwaze civak ji holê rabin." Pakîstan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û diyar kir ku bila ev roj bibe wesîleya serkeftina hemû Gelê Kurd.     Fatîma Uren, dayika cangoriyane û di bernameyê de axatineke kurt kir û diyar kir ku 4'ê Nîsanê li tevahiya Gelê Kurd û berxwedêran pîroz be. Fatîme, wiha axivî: "Serokatî bûye ronahiya Gelê Kurd. Ev şoreş naşîbe tu şoreşan. Bingeha vê şoreşê şehîdên ku heta niha hatî dayîn e."