Jinên ciwan ên li Mexmûrê 4'ê Nîsanê pîroz kirin 2020-04-03 18:32:40   MEXMÛR - Bi minasebeta 4'ê Nîsanê TJCM'ê li Goristana Şehîd Nûjîn dar çandin û piştre jî li Parka Şehîd Zehra Penaberê jî pîrozbahî li dar xistin.    Bi minasebeta 4'ê Nîsanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji hêla Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve berneyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Bi minasebeta rojê li Goristana Şehîd Nûjîn dar çandin û piştre jî li Parka Şehîd Zehra Penaber jî pîrozbahî li dar xistin.    Berdevka TJCM'ê Suheyla Alturk di pîrozbahiyê de axivî û got: "Em di serî de weke Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê rojbûna Rêber Apo destpêkê li Rêbertî, li tevahî gelan û jinan pîroz dikin. Em rojbûna Rêbertî, weke rojbûna tevahî mirovahî û bi taybet weke rojbûna tevahî jinan dibînin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe û heta ku em bi Rêbertî re azad nejîn weke jinên ciwan em dev ji çalakiyên xwe bernadin."