Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da 2020-04-03 13:03:36   STENBOL - Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a ku dest bi rojiya mirinê kiribû di roja 288'emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.    Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek di roja 288'emîn a çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Hêlînê û Îbrahîm Gokçek ji bo qedexeyên konseran bên rakirin, ji bo endamên wan ên bi bultena sor biryara lêgerîna derbarê wan de hatibû dayin ji lîsteyê bên derxistin û ji bo zextên li ser Navenda Çandê ya Hezexê bê bidawîkirin dest bi rojiya mirinê kiribûn. Hêlînê li 'Mala Serîhildanê' ya Sariyerê di roja 288'emîn a çalakiya roja mirinê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya rojiya mirinê ya Îbrahîm jî di roja 290'î de dewam dike    Bi zorê biribûn nexweşxaneyê   Hêlîn û Îbarahîm di 11'ê Adarê de bi zora polîsan rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê. Lê Hêlîn û Îbrahîm destûr nedabûn ku mudaxaleya tibî ji bo wan were kirin û vegeriyabûn mala xwe ya Mala Serhildanê.