‘Bila rojnamegerên girtî demildest bên berdan’ 2020-04-03 09:05:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parêzera TGS’ê Ûlkû Şahîn, derbarê rojnamegerên girtî de axivî û anî ziman KU bila rojnamegerên girtî demildest bên berdan û wiha got: “Mixabin her çiqas girtîgeh cihek girtîbe jî tu carî wek mala mirovan ne ewle ye. Ji ber wê jî em dibêjin bila rojnameger di malên xwe de bimînin û binivîsin û bila gotinên xwe dîsa binivîsin.”   Ji ber nexweşiya Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û her wiha rewşa tendirustiya hemû cîhanê jî di bin xeterê de ye. Bi nexweşiya vîrusê ku li Tirkiyê jî belav bû gelek kesî  jiyana xwe ji dest da û bi sedan kesî re jî ev nexweşî hat dîtin. Nexweşiya ku belav dibe herî zêde jî girtîgehan dike bin xetereyê. Di girtîgehan de tedbîr kêm tên girtin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 86 rojnameger jî girtî ne. Parêzera Sendîqaya Rojnamegerên Tirkiyê(TGS) Ûlkû Şahîn û rojnamegera  ajansa me Jinnewsê Gûlîstan Azak, bang kirin ku hemû rojnamegerên girtî bên tahliyekirin.    Parêzera TGS’ê Ûlkû Şahîn, bi bîr xist ku 86 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine di girtîgehan de ne û wiha got: “Hemû rojnamegerên di girtîgehê de ne bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê’ tên darizandin. Rojnameger  ji nûçeyên ku çêkirine, nivîs, roportaj, bi rê ya telefonê çavkaniyên xwe yên girtine tên darizandin û ev hemû di dosyeyê de wek delîl hatine dayîn. Ji ber rewşa pandemî em nikarin biçin girtîgehan hevdîtinan bikin. Lê belê hevdîtinên ku me pêşî kirine vê tabloyê radixin ber çavan.”    ‘Di girtîgehên Tirkiyeyê hemû kes dibin rîskê de ne’   Ûlkû, diyar kir ku rewşa girtîgehên Tirkiyê mirovan gelek xemgîn dike û wiha domand: “Hevdîtinên ku me kirine û raporên ku me belav kirine vê baş dide nîşandan. Di hevdîtinên ku me pêk anîn de hejmara kesên di girtîgehan de ji kapasîteyê zêdetir e. Xwarinên girtîgehê gelek xirabin û xwedîkirin kême. Bihêlin hêzdayîna pergala bexşandinê, xwarinên laş jê sûdê digire nadin girtiyan. Ji hêla hîjyenê  ve rewşa girtîgehê gelek xirabe. Di kantînê de berhemên hijyen û xwarinê hene lê belê gelek biha ne û em behsa cihê ku ji hêla aboriyê ve bi sînore dikin. Xizmeta tendûristiyê gelek kême. Mînak rojnamegerên  bi nexweşiya kronîk an jî diranên wan diêşên piştî mehek nîv û du mehên dinê dibin nexweşxaneyê. Rojnamegeran dianî ziman ku  gelek caran serî lêdane lê tu carî bijîjkê girtîgehê jî nedîtine. Di nav vê tabloyê de tiştên bên jiyîn gelek ber bi çavin. Li girtîgehên Tirkiyeyê hemû kes dibin xeterê de ye û gelek rojnameger ji ber nivîsên ku nivîsîne di girtîgehan de tên girtin.”   ‘Rojnameger ji bo dewletê ji kesên ku destên wan de çek hene xetertirin’   Ûlkû di dirêjiya axaftina xwe de got bi gelek kesên demokrat re ji bo balê bikişînin ser rojnamegerên girtî daxwaza tahliyeyê kirine û wiha pêl da axaftina xwe: “Qanûna înfazê ku demeke dirêje di rojevê de bû û rakiribûn carekedin anîn meclîsê. Dema mirov pêşnûma dawî dinêre rojnameger û girtiyên siyasî dê di girtîgehê de bimînin û yên din dê bên berdan. Lê rojnameger jî di girtîgehê de tên girtin. Ev jî ev tiştê nîşanê mirovan dike; rojnameger ji bo dewletê ji kesên ku destên wan de çek hene xetertirin. Di vê tabloyê de divê mirov vê jî bîne ber çavan,  Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî,  Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û makeqanûna me dibêje ku  ger dewlet ferdek  ji azadiyê bêpar dihêle, sûcê wê/wî çi dibe bila bibe ji tendûrîstî û parastina wan berpirsyare.”     ‘Demildest rojnamegerên di girtîgehê de ne tahliye bikin’   Ûlkû, axaftina xwe wiha bi dawî  kir: “Vîrûsa korona her ku diçe belav dibe. Cihek wek girtîgehê ku girtî ye ber bi çave ku çawa xeter e. Mixabin her çiqasî  girtîgeh cihek girtîbe jî tu carî wek mala mirovan ne ewleye. Ji ber wê jî em dibêjin bila rojnameger di malên xwe de bimînin û binivîsin û bila gotinên xwe dîsa binivîsin. Em wek TGS’ê dibêjin ku bila demildest rojnamegerên di girtîgehê de ne tahliye bikin.”     ‘Rewşa girtîgehan xetere û ’li ber çav e   Nûçegihana Jinnews’ê Gûlîstan Azak jî,bi lêv kir ku nexweşiya li Tirkiyê belav bûye her ku roj diçe xetertir dibe û wiha got: “Saziyên Civakî yên Sivîl, hiqûqnas, rêxistinên pişeyên tendûristiyê û aktîvîstên mafên mirovan bale dikişînin ser girtîgehan û xebatên xwe dimeşînin. Rewşa girtîgehan xeteriyê li ber çav radixe. Di girtîgehan de 1334 girtiyên nexweş hene û ji van 460 kes giranin. Ji ber vê jî divê bên tahliyekirin. Lê li Tirkiyê bi vê pakêta darzê re dixwazin girtiyên edlî tahliye bikin.”   ‘Demildest hevalên me serbest berdin’   Gûlîstan, herî dawî bang kir ku  hempîyeşên wê rojnamegerên girtî bila bên tahliyekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê pêvajoyê de pêwîstî bi nûçeyên rast heye. Lê belê rojnameger şûna ku nûçeyan çêbikin di girtîgehan de tên girtin.  Em bang li hikumetê dikin ku hevalên me serbest berde.”