Evîn Paşo: Bi rêya şerekî aborî dixwazin teşeyekî nû bidin siyaseta cîhanê 2020-04-03 09:04:00   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo sedem û armanca derketina Vîrusa Koronayê nirxand. Evînê got ku bi rêya şerekî aborî  dixwazin teşeyekî nû bidin siyaseta cîhanê a nû.    Demeke Vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê bi rengekî pir mezin belav dibe û bûye sedema mirina ji 30 hezar kesî û zêdetir. Pêla mirin û pêketinê didome. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo sedem û armanca Vîrusa Koronayê ku ev demeke derketiye, nirxand.   'Hejmara kesên bi vîrûsê mirin ji yê şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn zêdetir e'   Evînê diyar kir ku di çar sedsalên dawî de gelek nexweşiyên ku bûbûn mîna qeyranên cîhanî bi serê mirovahiyê de hat û wiha dom kir: "Di van çar sedsalan de nexweşî ango vîrûsên bi navê cuda cuda derketin û bûn bela serê mirovahiyê ku di encama wê de bi milyonan kesî jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku bi Vîrusa Koronayê mirin ji ya di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn zêdetir bûn."   'Gelo ev qeyran şerekî biyolojîk e an jî rastî cîhan rastî şerekî vîrûsan tê?'    Evînê bal kişand ser vîrûsên di 20'ê her sedsalekê de derdikeve û got:"Vîrusên ku di her sedsalekê de dertên wekî Vîrûsa Taûn, Kolera, Înfiliwenza û îro jî Korona ye. Tiştekî balkêş tê de heye ku Rêxistina Tenduristî a Cîhanê van her çar vîrûsan ku bi milyonan mirov kuşt wekî qeyranên mirovahiyê ragihandibû. Taybet ku di 20'ê her sedsalekê de nexweşiyeke cuda dertên vê pirsê bi mirovan re çêdike ku heya niha jî bersiva wê li hewayê maye: Gelo ev qeyran şerekî biyolojîk an jî bi rastî cîhan rastî şerekî vîrûsan tê."   'Bi rêya şerekî aborî dixwazin teşeyekî nû bidin siyaseta cîhanê'    Evînê bandora Vîrusa Korona ya li ser aboriya cîhanê wiha vegot: "Bi derketina koronayê re aboriya cîhanê gihiştiye asta hilweşandinê. Ev jî darbeyek li dijî kesên kedkar in. Mirov dikare vê analîz bike ku bi rêya vê nexweşiyê re wê siyaseta cîhanê ji nû ve were destgirtin. Bi rêya şerekî aborî dixwazin teşeyekî nû bidin siyaseta cîhanê."   'Vîrusa Koronayê bû sedema rawestandina gelek serhildanan jî'   Evînê da xuya kirin ku sîstemê bi korona serhildanên li welatên ereb û dewletên ewropî li dijî xwe rawestandin û wiha dom kir:"Li Firansa û Lubnanê li dijî sîstemên desthilatdar serhildanên gel hebûn, lê bi hatina korona re rewşeke awarte hate îlankirin û gel jî bi vê yekê bi sîstemên dîktator e bêyî ku di wê ferqê de be alîkar e. Bêyî ku gel bizanibe, niha dîsa ketiye bin baskê heman sîstema ku li dijî wê rabûbûn serhildanê. Gelê van welatan ji rewşa serhildanê ketin rewşa disiplînê û pêkanîna biryarên sîstemên dîktator.  Vîrusa Koronayê bû sedema rawestandina gelek serhildanan jî."   'Vîrusa Koronayê berî ku bibe êşeke fîzîkî êşeke fikrî ye'    Evînê bi lêv kir ku sîstemên desthilatdar di her sedsalekê de ji bo guhertina siyasetan virusekê diafirînin û wiha dewam kir: "Korona vîrûseke ne normal e, di sala 2016-2017'an li Amerîka, bi vîrûsekê nêzî 500 hezar kesên Emerîkî mirin, lê di aliyê çapemeniyê de dengvedanek çênekir. Di her sedsalê de vîrûsekê didin çêkirin ku gel pêve mijûl bibe, di wê rewşa zeyîfbûna gel de û li gorî berjewendiyên xwe siyaseteke nû didin avakirin.  Vîrusa Koronayê berî ku bibe êşeke fîzîkî êşeke fikrî ye. "   'Dibe ku Vîrusa Koronayê lîstikek be'    Evînê diyar kir ku ji bo sîstem xwe ji bin barê kesên temen mezin derxînin wan bi vîrûsekê tasfiye dikin û wiha dewam kir: "Ji Ewropayê re (Qara Pîran) bi nav dikin, ji ber ku kesên ciwan li wir pir kêm in û kesên temenmezin pir in. Li gorî lêkolînên ku ji Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê derdikevin ku kesên ku jiyana xwe ji dest didin, yên temenmezin in û yên ku nexweşiyên wan yên giran hene ku nikarin jê rihet bibin. Da ku sîsmetên ku van kesan xwedî dikin, xwe ji bin barê wan derxin dibe ku ev vîrûs derxistibin ku wan tesfiye bikin. Dibe ku Vîrusa Koronayê lîstikek be."   'Vîrûs beşek ji şerê aborî ye'   Evînê da zanîn ku vîrûs çekeke sivik e û wiha berdewam kir: "Vîrûs hêzeke  bi encam e. Vîrûs beşek ji şerê aborî ye ne xezebeke ji cem xwedê de ye an jî refleksek xwezayê ye. Wekî ku hin welat vê dibêjin."    'Metirsî li ser girtiyên di girtîgehên Sûriyeyê û Tirkiyeyê heye'   Evînê rewşa girtiyên girtîgehên Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî taybet rewşa Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Kesên ku bingeha wan a tenduristî ne xurt e û di ciyên ne paqij de mîna girtîgehan de dimînin, metirsiya koronayê herî zêde li ser wan heye. Eger tedbîr li hember girtiyên girtîgehan neyên girtin, îhtîmala komkujî çêbibe heye. Vîrûs li cihê ku tav nakevê û av zêde lê heye tê peydakirin û mezin dibe, yek ji wan cihan jî Îmralî ye.  Li gorî temen mezinbûn  û rewşa hewayî ku Rêber Ocalan tê de dijî metirsiyê dide çêkirin. Tiştê ku rast û durist ku Tirkiye bike ew e ku girtîgehan taybet Îmralî vala bike, tevahî girtiyan û taybet Rêber Ocalan azad bike."   'Xeteriya belavbûna korona li herêmên dagirkirî pir zêde ye'   Evînê xeteriya belavbûna vîrûsê ya li herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî anî ziman: "Niha li Tirkiyeyê hejmara mirî û pêketina bi vîrûsê her ku diçe bilind dibe. Deriyên sînor yên ku herêmê dagirkirî bi Tirkiyeyê ve mîna Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî bi Tirkiyê re nehatiye girtin û çûn û hatin zêde ye. Lewra metirsî heye ku vîrûs li herêmên ku me anîbû ziman belav bibe û ne mumkîne ku heya niha ev nexweşî li herêmên dagirkirî belav nebûye."   'Ji malên xwe dernekevin'   Evînê bi vê bangawaziyê dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e ku gel li gorî biryarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev bigerin. Gelê me bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li hember dagirkerî û faşîzmê tê nasîn. Pêwîst e di vê rewşê de jî xwe îsbat bikin û ji malê xwe dernekevin, xwe, dîrok û pêşiyên xwe biparêzin."