'Ji bo tenduristiya kedkaran divê kar bên rawestandin' 2020-04-02 15:14:20   AMED - DER-MEZ li dijî vîrûsa koronayê banga derneketina derve kir û Şaxa BES'ê a Amedê jî ji bo parastina tenduristiya kedkaran banga rawestandina kar kir.    Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê, li dijî vîrûsa koronayê bi vîdeoyek kurdî banga derneketina derve kir. Şaxa BES'ê ya Amedê jî da zanîn ku kedkar di bin riska vîrûsa koronayê de kar dikin.     Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê (DER-MEZ), li dijî vîrûsa koronayê ji bo derneketina derve ya welatiyan bi vîdeoyek kurdî weşand. Di vîdeoyê de endamên înîsiyatîfê ji welatiyan dixwazin ku di mala xwe de bimînin û xwe û civaka xwe tev biparêzin.    Şaxa Sendikaya Kedkarên Buro (BES) ya Amedê bal kişand ser rewşa kedkarên ku di bin rîska şewba vîrûsê de kar dikin û xwest dawî li xebitandina kedkaran bînin. BES'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku çûn û hatina kedkarên cemaweriyê ya kar ne li gorî şertên tenduristiyê ye û cihê kedkaran ên kar li dijî vîrûsê ne ewle ye. BES'ê anî ziman ku hemû kedkar di bin rîska vîrûsê de kar dikin û xwest xebitandina kedkaran bidin rawestandin.