Kongreya Star: 4'ê Nîsanê hêviyên mezin ji nû ve şîn dike 2020-04-02 14:50:07 QAMIŞLO - Koordînasyona Kogreya Star a Rojava ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek weşand. Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava peyamek weşand û diyar kir ku ew bang li gelê xwe dikin ku li gorî wateya vê rojê li her cihên ku lê ne li gorî derfetan dar û kulîlkan biçînin û bi dirûşmeya "Em di şînkirina jiyana azad de bi israr in" 4'ê Nîsanê pîroz bikin.   Daxuyanî wiha ye:    "Rojbûna Serokê  Konfederalîzma Demokratîk li hemû gelên cîhanê pîroz be! Rojbûna Rêber Apo ku di heman demê de weke rojbûna jina azad û mirovê azad e li hemû jinan jî pîroz be. Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gelek mînakên ku bi zayîna xwe di jiyana mirovan û çandan de mîlad afirandine hene. Lê Rêber Apo, bi wateya ku daye jiyana xwe, civak û erdnîgariya ku lê hatiye dinê, bûye yekbûna van tevahî mîladan. Ji xwe paradîgmaya şaristaniya demokratîk ku weke zayîna xwe sêyemîn bi nav dike, li hemberî krîzên kûr yên sedsala 21'em ku em pê re rû bi rû dimînin, ji bo hemû mirovahiyê, gelan, jinan û hemû bindestan ji bo zayîneke nû û watedayîna hebûna xwe jî bingehek diafirîne.   Rêber Apo bêrî vê bi salan, pergala kapîtalîst rexne kiribû   Ji ber vê yekê di vê dema Vîrûsa Korona ya vegîr de ku ev nêzî 3 meh in hemû cîhan pê re rû bi rû ye, watedayîna zayîna Rêber Apo girîng e. Rêber Apo berî vê bi salan, pergala kapîtalîst rexne kiribû û rexnedayîna hêzên demokratîk û şoreşger ku li hemberî vê pergalê altenatîf neafirandine dabû. Taybetmendiya aqilê însan yê analîtîk ku sînoran nas nake, yek ji sedema bingehîn ya vê qeyrana îro ye. Rêber Apo bal kişandiye ser vê heqîqatê û destnîşan kiriye ku însan bi parastina hevsengiya di navbera aqilê hestyarî û aqilê analîtîk de dikare jiyanê bike weke bihûştê. Di vê çarçoveyê de dixwaze ji me hemûyan re vê haqîqatê nîşan bide ku afirandina civaka exlaqî û polîtîk wê gelan bigihîne aramî û kêfxweşiya ku taybetmendiya civakî ya bingehîn e.   Em ji bo seferberiyê bang dikin   Li gorî vê yekê em jî ji bo seferberiyê bang li hemû gelê xwe dikin ku di navbera 4 û 11'ê Nîsanê de felsefeya însanê azad, projeyên fikir û jiyana demokratîk parve bikin û bînin ziman. Di serî de jin û ciwan hemû kesên ku baweriya wan bi felsefeya Rêber Apo heye, bi her zimanî û li her derê ku lê ne, divê şaristaniya demokratîk ku felsefeya jiyan û zayîna mirovahiya sedsala 21'emîn e şîrovê bikin, bidin nasîn û belav bikin. Bi vê yekê em karibin li her derê cîhanê hemû gelan ji bo bidawîbûna tecrîd û dîlgirtina li ser Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe hişyar bikin, bixin nav tevgerê. Di vê dema ku hemû cîhan bi nexweşiya vegir a Vîrûsa Korona re rû bi rû ye, em ji bo balê bikşînin ser şert û mercên Rêber Apo û girtiyên siyasî û xetereya ku tê de ne, çalakiyên hişyariyê pêş bixin.    Manîfestoyên şaristaniya demokratîk ya Rêber Apo rast fêm bikin   Rojbûna 71'em a Rêber Apo ku di şexsê xwe de însanê azad û mêrê azad afirandiye û 4'ê Nîsanê  diyarî dayik û jinan hatiye kirin divê em di vê pêvajoyê de bi awayekî rast watedar bikin. Ev aloziya vîrûsê ku hemû cîhan li hemberî vê bêçarebûneke mezin dijî, em dikarin di çarçoveya manîfestoyên şaristaniya demokratîk ya Rêber Apo de rast fêm bikin. Di vê çarçoveyê de di serî de ji bo gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û hemû jin û ciwanan re, ji bo hemû gelê Kurdistanê banga me ew e ku îsal em berhemên Rêber Apo ji hemû deman hîn zêdetir û hîn hêztir bixwînin û fêm bikin. Bi taybet jî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ya Rêber Apo a ji penc pirtûkan pêk tê, em bi her zimanî bixwînîn û bidin xwendin. Her weha fikr û nêrînên Rêber Apo bi gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê re, di serî de li ser tevna civakî bi gelek rê û rêbazan parve bikin. Di van rojên ku ji ber Vîrûsa Koronayê em nikarin pîrozbahiyên girseyî bikin, em bang li gelê xwe dikin ku li gorî wateya vê rojê li her cihên ku lê ne li gorî derfetan dar û kulîlkan biçînin û bi dirûşma "Em di şînkirina jiyana azad de bi israr in" 4'ê Nîsanê pîroz bikin. Di vê dema ku vê dinyayê dixwazin bikin qurbanê felsefeya têgihiştina serdestiya zilam ya 'bimre û bikuje' û li hemberî qeyrana pergala kapîtalîzmê ku bi Vîrûsa Koronayê eşkere bûye, em israr û biryardariya têkoşîna xwe ya ji bo felsefeya Rêber Apo a 'Bijî û bide jiyîn' bi hêz bikin. Em vê pêvajoya qeyranê ya li ser me ferz kirine, bikin firsendek. Bi vê yekê li hemberî pergala kapîtalîst a nexweş, jiyana azad a alternatîf û exlaq, polîtîka û çanda wê ya entellektuel a vê şoreşê hîn rast destnîşan bikin û van bi ser bixin.   4'ê Nîsanê zayîna hêviyên mezin ji nû ve şîn dike   Di vê çarçoveyê de di şexsê Serok Apo de em zayîna mirovê azad, civaka azad, jina azad û zilamê azad di serî de li Rêber Apo; li hemû dayikan, jinan û gelan pîroz dikin. Bi zanistiya ku her 4'ê Nîsanê zayîna hêviyên mezin ji nû ve şîn dike, her kesên ku ji bo cîhaneke azad, aram ku karibe were jiyîn têdikoşin bi rêzdarî silav dikin. "