Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Vîrusa Korona ne karesatek xwezayî ye 2020-04-02 13:32:38   STENBOL - Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê, diyar kir ku pandemî behreya kapîtalizm û dewlet netewê ye û wiha got:"Encax aqlê me yê hevpar û afirîner li dijî xizanî û bêçartiyê bikaribe bi ser bikeve."   Li gorî daneyên fermî, li Tirkiyeyê zêdetirî 15 hezaran kes bi vîrûsa koronayê ketine û 277 kes jî ji berê jiyana xwe ji dest dane û ji ber kêm girtina bergiriyan Hikûmet tê rexnekirin. Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî vê rewşê daxuyaniyeke nivîskî da û bergiriyên ku li dijî vîrûsê divê bên girtin rêz kir.   Meclisê, diyar kir ku vîrûs di çarçoveya polîtîkayên welatên netewdewlet û kapîtalîst de derketiye holê û li ser jiyana ekolojîk rawestiya. Meclisê, da zanîn ku vîrûs weke tê nîşandan ne karesateke xwezayî ye û wiha got: “Berovajiyê karesata xwezayî berhema pêvajoya kapîtal û cureyên wê ye. Çawa ku ji ber kirinên xwe em li dijî karesetên mîna erdhej û hezazê bêparastin dimînim, ji bo vîrûs jî heman rewş derbasdar e. Vîrûs, îro ji pirsgirêkeke tibbî wêdetir pirsgirêkeke siyasî, civakî û ekolojik e. Lê saziyên şaristaniya dewletî bi awayekî zêde pirsgirêkê tibbî dikin û feraseteke çewsîner ferzî civakê dikin û ser bingeha pirsgirêkê digirin.”   Di berdewamiya daxuyaniya xwe de meclisê bal kişand ser encamên vîrûsê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Serî pê re derxistina encamên şobayê û di pêşerojê de kontrolkirina şobayên ku dibe derkevin holê qapasîteya takekesî û kolektif a sermiyan debas kiriye. Ev gef, tenê bi rêxistina hilberîner û aqlê kollektîf ê bindest, xîzan û kesên ku ji berê ve heta niha ya ji bo jiyan û cîhaneke nû têdikoşin, dikare bê derbaskirin”   Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê re wiha rêz kir:   "* Fikirina Ekolojîk û înşakirina civaka ekolojîk. Divê ku her tişt di parzûnê ekolijyê de bê derbaskirin.   * Civakbûna rast. Divê tora rêxistinbûna herî berfireh bê avakirin û herkes karibe xwe di vê torê de îfade bike.   * Li gorî pêwîstiyên civakê parvekirina wekhev a çavkaniyan. Divê ku rêxistinbûnên aboriyê yên ku karibin pêwîstiyên herkesî bibersivînin bên avakirin.   * Ji holê rakirina sînorên neteweyî. Em di nav gerdûnê de tev bi hev re hene. Divê mirovahî di nav pergaleke demokratîk de hebe.   * Navberxistina civakî ya mêjiyê dewletê yê baviksalarî. Bi destpêkirina nav malê re divê jiyaneke demokratîk bê avakirin.   * Sînorkirina temasa fîzîkî. Li şûna zora dewletê divê em rêxistinên xwe yên vê yekê pêk bînin.   * Esasgirtina daxuyaniyên SES ve TTB’ê.   * Sekna bîrdozî û helwesta polîtîk."