'Em ê bi hev re rê li ber belavbûna Vîrusa Korona bigirin' 2020-04-02 09:11:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Niha li tevahiya cîhanê ji ber Vîrusa Koronayê rewşeke xeter heye. Hevseroka Miduriyeta Zabita ya Herêma Firatê, derbarê kar û xebatên  xwe yên çavdêriya bazar û bazirganan a di vê rewşê de, wiha got: "Piştî qedexekirina derve ya ji ber nexweşiya Vîrusa Korona, bazirganên herêmê sûd jê girtin û nirxên kelûpelan buha kirin. Em ê bi gel re bibin alîkar, da ku em vê rewşa xeter derbas bikin."   Vîrûsa Korona (Covid-19) yekem car di Kanûna 2019'an de li Çînê derket û bi awayekî lez li tevahî cîhanê belav bû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rê li  ber belavbûna Vîrusa Korona bigire, tedbîrên pêwîst girtin û di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve, ragihand. Piştî qedexeyê, bazirganên herêmê sûd jê girtin û nirxên kelûpelan buha kirin. Miduriyeta Temwînê ya Herêma Firatê rojane li sûkê digere û bazirganên ku di sûkê de bihabûnê çêdikin ceza dike. Derbarê mijarê de Hevseroka Miduriyeta Zabita ya Herêma Firatê Hêvîdar Hiso, li ser kar û xebatên  xwe yên di nava bazarê de nirxandin kir.   'Bazirgan nirxê kel û pelan li gel xwe buha dikin'   Hêvîdarê destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin, wek Miduriyeta Zabita, ew li ser kar in,  ji nêz ve  ew rewşa bazarê dişopînin û wiha pê de çû: "Bazirganên Herêma Firatê ji qedexeya derketina derve sûd wergirtin e û li ser vî gelê xizan kel û pelan li gel xwe, buha dikin. Dewriyên me rojane derdikevin û rewşa bazarê  ji nêz ve dişopînin, me bûhayê nirxên fêkî û şênkayiyê diyar kiriye û divê her bazirganek li gor wê firotinê bike. Di vê dema dawiyê de bihabûneke di bazarê de çêbûye, sedema bûhabûna kelûpelan  jî, ji ber her ku diçe rêjeya dolar li hember lêreya Sûriyeyê bilind dibe.  Hin bazirgan ji rewşa herêmê sûd wergirtine û bê wijdan tev digerin, ji ber vê yekê jî bûhabûnek di sûka Kobanê de çêbûye."   'Dewriyên me rojane di nava sûka Kobanê de digerin'   Hêvîdarê teqez kir ku piştî qedexeya derketina derve, kel û pelên ku derbasî herêmê dibin ji Minbic, Reqqa û Tepqayê tên, ev yek hênceta bazirgana ye ku bûhabûnê çêbikin û wiha domand: "Kesên ku kel û pelan bi nirxekî bûha difroşin, em destpêkê çend caran wan hişyar dikin û piştî çend caran dikana wan tê girtin. Berî qedexeya derketina derve, di rojê de carekê tenê dewriya me derdiket, lê piştî qedexeyê di rojê de sê caran dewriya me derdikeve û dikanan kontrol dike. Her wiha dewriyên me bi alîkariya desteya tendirustiyê li ser dermangehan digerin û rewşa bihabûna madeyên tibî jî dişopînin."   'Em bi hev re rê li ber belavbûna Vîrusa Korona bigirin'   Hêvîdarê bang li gel kir ku bi Miduriyeta Zabita re bibin alîkar û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvîdar in ku gelê me dema ku dîtin bazirgan kel û pelan pir buha difiroşin, bila bi me re bibin alîkar û me agahdar bikin, ji bo ku em jî wan bazirganan hişyar bikin. Piştî belavbûna Vîrusa Korona ya li cîhanê em bang li  tevahî gel dikin, dema ku çûn sûkê tedbîrên xwe yên pêwistî, bigirin. Bila  fêkî û şênkayiyê baş bişon, ji ber ku em bi hev re rê li ber belavbûna Vîrusa Korona, bigirin. Em ê heta dawiyê li ser kar û xebatê bin, bi gel re bibin alîkar û bazirganên ku di sûkê de bûhabûnê çêdikin ceza bikin, da ku em vê rewşa xeter derbas bikin."