‘Divê bar tenê li milên jinan neyê barkirin’ 2020-04-02 09:09:00   ÎZMÎR - Ji ber newekheviya zayenda civakî hemû barê paqijiya malê û xizmeta giştî li jinan tê barkirin û bi vîrûsa korona re jî barê jinan derket du katî. Ji Meclîsa Jinan a KESK’ê Semra dogan, da zanîn ku karên paqijî û lênerînê aîdê hemû kesên ku heman hawirê parve dike ye.   Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) li Tirkiyeyê hejmara mirî û tespîtkirinan her diçe zêde dibe. Gel ji ber tedbîran ji malên xwe dernakevin, lê di vê pêvajoyê de barê hemû malê dikeve ser milên jinan. Ji ber vîrûsê karê jinan gelek zêde bûye.   Ji Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Îmzîrê Semra Dogan,got paqijiya malê peywira jinê tenê nîne, ya mêrane jî.   ‘Vîrus cudahiyê nake’   Semrayê got ji ber vîrusa korona paqijiya şexsî gelek girînge û got: “Bi taybet divê li paqijiya destan baldar bin û dest neçin rû. Divê şûştina destan ji bo zarokan bibe wek kêfxweşiyê. Divê ji zarokan re ev bê vegotin û bê gotin ku paqijiya malê ne tenê aydê dayikane, aydê hemû kesên li wir dijîne. Lê mixabin ev wek peywira dayikan tê dîtin. Lê vîrus newekheviyê nake. Ev pirsgirêka hevpar a kesên ligel hev dijîne.”   ‘Tenê li jinan bê barkirin wê rîska enfeksiyonê zêde bibe’   Semrayê destnîşan kir ku ji ber newekheviya zayenda civakî hemû berpirsyariya li malê li jinan tê parkirin û ji hemû paqijiyê jin berpirs tên dîtin û got: “Jineke li derve bixebete û piştî vê jî li malê hemû karî bike ev wê bibe sedema têkçûna wê. Ji ber vê divê hemû kesên li malê li gorî rêbazên paqijiyê tevbigerin. Bar tenê li jinan bê barkirin wê rîska enfeksiyonê jî zêde bibe.”   Semrayê daxuyakirin ku şaredariya bajarê mezin a Enqereyê ji bo jinên ku zarokên wan di bin temenê 12’yî de ye destura îdarî daye û got ev zayenperestiye û got: “Ev nayê wateya ku jin zarokan tînin, ji ber vê barê wan zêdetir e. Bav jî xwedî heman berpirsyariyê ye.”   ‘Yên gumana wan heye divê biçin nexweşxana pandemî’   Semrayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kesên ku gumana wan ya tenduristiyê heye divê neçin nexweşxana herî nêz, biçin nexweşxaneyên ku hatine diyarkirin yanî yên pandemî û got li Îzmîrê jî nexweşxaneya Nexweşiyên Sîng a Suat Seren û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Tepeçîkê wek nexweşxaneyên pandemî hatine diyarkirin.”   Rewşa girtî û penaberan krîtîk e’   Semrayê balkişand ser rewşa girtîgehan û penaberan û da zanîn ku ev di bin rîskek mezin de ne û got di rewşa ku vîrus li van qadan belav bibin de wê kal û pîr girtiyên nexweş jiyana xwe ji dset bidin. Semrayê ev tişt got: “Divê girtî bi awayekî kontrol bişînin malê wan û li malên xwe di karantînayê de bin.”