Adalet Kaya: Xweîzolekirina gel di nav mal de fikarekê li ser şîdeta jinê pêk tîne 2020-04-02 09:05:00   AMED - Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku Vîrusa Koronayê di nav civakê de her ku diçe belav dibe û li dijî vîrûsê xweîzolekirina gel a di nav mal de fikarekê li ser şîdeta jinê jî pêk tîne.   Şîdeta li ser jinê cur bi cur tên meşandin. Mixabin êdî her qad ji bo jiyana jinê fikarekê pêk tîne. Her wiha jin têkoşîna xwe ya li hemberî tundiyê jî dimeşînin. Tevî vê yekê di demên dawî de jî polîtîkayên qirêj yên li ser jinên ciwan xwe zêdetir kirin. Polîtikayên qirêj û sîstematîk li dijî jinê ciwan dikeve dewrê. Bûyera Gulîstan Doku ji bo van mijaran mînakek e. Ji bo dîtina Gulîstan Doku ewqas çalakî û xebat hatin meşandin lê mixabin nehat dîtin. Ango şîdeta li ser jinê bi her awayî xwe nîşan dide. Niha jî Vîrusa koronayê ku li hemû cîhanê bibandor bû gelê bi mal sînordar dike. Her wiha ji bo rewşa jinan a li mal de fikarekê pêk tîne. Di derbarê mijarê de Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.   'Dixwazin bûyera Gulîstan Doku bi xwekujiyê ve girê bidin'   Adalet Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya bûyera Gulîstan Doku ji roja  yekemîn heya îro ji aliyê komeleya wan hatiye şopandin. Her wiha di nav heyeta lêkolînê de bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvojoyê de em çûn Dêrsimê li gel malbata Gulîstanê, bi hevalên wê re jî me hevdîtin pêk anî. Di nav pêvajoya 80 roji n de me dît ku kesên gumanbar ne di bin  çavan de ne. Di heman demê lêkolîna pêdivî di wextê xwe de nehatiye kirin. Ango lêgerînên ku hatiye çêkirin tenê li ser îhtimala xwekujî an kuştina Gulîstanê hatiye meşandin. Ewqas bangewazî li ser medyaya civakî hat kirin her wiha li gel lêkolîn û kampanyayên li ser medyayê hat kirin dîsa jî aqûbeta Gulîstanê nehat diyarkirin. Dêrsim bajarekî biçûk e û li gel windabûna jineke ciwan bêdengiya rayedaran rewşeke bimantiqî nîne. Ev rewş bûyêrên Rabîa Naz, Nadira Kadirova û her wekî din dozan tîne bîra mirov. Ango ev tê wateyê ku hin kes tên parastin. Belê wekî berê ku min got bûyerê dixwazin vegerînin ser xwekujiyê. Lê kesên ku Gulîstanê nas dikin îxtimal nadin ku Gulîstanê xwe kuştibe. Her wiha heke ku xwe bikuşta jî heya niha divê bihata dîtin ligel vê yekê dîsa jî xebatên lêkolînê baş nehat meşandin.”   'Li Dêrsimê li ser jinên ciwanan polîtîkayên qirêj didin meşandin'   Adaletê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên ku li ser jinên ciwanên Dêrsîmê tên meşandin û wiha axivî: “Em bi rêya çapemeniyê ji hinek tiştan agahdar bûn. Ji leşker, polîs û zabitayan komek hatiye avakirin. Ev koma dibe sedema kuştin, tundî û destavêtina li dijî jinê. Tevî vê yekê bajarê Dêrsimê bi hêzên asayîşê hatiye dîzaynkirin. Di heman demê de ji bo xwendina zaningehê jinên ku diçin vî bajêrî her wiha bi xizaniyê re jî têdikoşin. Bi wî awayî jin di kafe, zanîngeh an jî li cihên dixebitin ji aliyê vê koma me got tên xapandin. Divê gelek jin hay ji vê rewşê hebin û xwe biparêzin.”   'Di nav mal de jin bê parastin e'   Adaletê di heman demê de bal kişand li ser Vîrûsa Koronayê ku di nav civakê de her ku diçe belav dibe û diyar kir li gel vîrûsê ku gel xwe îzole dike fikarek li ser şîdeta jinê jî pêk tîne. Adaletê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: " Tê zanîn ku di civak û nav mal de jin bi şîdetê rûbirû ne. Mal ji bo gelek jinan qadên bêewlehî, şîdet û tundiyê ye. Vîrusa Koronayê gel  bi mal ve sînordar dike. Bi vî awayî ev rewş ji bo gelek jinan tê wateya zêdetir ked û zêdetir xizmetê. Ji ber ku heke mêr her tim li mal bibin ji aliyê kar û kedê zortir dibe. Ji ber van sedemam ji bo jiyanek wekhev û azad li ser mêran hişmendiyeke were avakirin û ji bo vê dîmen û spot bên çêkirin."   'Li gel tecrîda malê şîdeta li ser jinê sê qat zêde bû'   Adaletê destnîşan kir ku ev  pêvajo dê bi piştgirî û têkoşînê bimeşe û wiha dewam kir:"Her wiha şewba ku li hemû cîhanê belav bûye ji ber îzolekirina civakê di giştî dewletan de şîdeta li ser jinê zêde bûye. Bi taybetî li Çînê rêxistinên jinan di parvekirinên xwe de diyar dikin ku van rojên tecrîda civakî de şîdeta li ser jinê sê qat zêdetir bûye. Îtalya bênavber 24 saet xebatên torên ku bi wan re piştgirî bikin dimeşînin. Her wiha Awistriya ji bo pêşîgirtina dijwariya li ser jinan amadekirina dozan dike. Lê li tirkiyeyê hê jî ne xebatek ne jî daxuyaniyek heye. Di demên normal de jî ku hêjmara jinên rastî şîdetê hatin gilîdar dibin kêm e. Bi belavbûna vîrûsê  jin di nav mal de dikevin rewşa mexdûriyê. Di heman demê de li gel vîrûsê jinên ku dixebitin jî karên xwe derdikevin û vê di pêvajoyê de bêkarî û xizaniya jinê bêhtir zêde dibe."   'Pêwîst e ku xetên ji bo rewşên awarte 24 saetan çalak be'   Adaletê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser erkên dewletê û wiha axivî: " Divê wezaret bi lez ji zabita, jenderme û nexweşxaneyan re giştîname bişîne ku hejmara 6284'an çalak bike.  Her wiha pêwîst e ku xetên ji bo rewşên awarte 24 saetan çalak bin. Divê jin li dijî rewşa bi aloz bi hev re têbikoşin."