Nuran Îmîr: Ambargoya li ser Mexmûrê zirarê dide yêkitiya Gelê Kurd 2020-04-02 09:03:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê)  9  meh in ji aliye Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve ambargo pêk tê.  Der barê ambargoyê de Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuranê diyar kir ku ambargo zirarê dide yêkitiya kurdan û banga bila demildest ev ambargo bê bidawîkirin kir.    Di 17’ê tîrmeha 2019’an de berpirsê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose li restourana Hoqqabaz a Hewlêrê hate kuştin. Ji wê rojê ve Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo daniya ser Wargeha Penaberan Mexmûrê. Di vê çarçoveyê de çûn û hatina şêniyên Mexmûrê ya herêmê hatiye qedexekirin. Tevî hemû hewldananên Meclisa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karên Derve ya Wargehê jî heta niha tu bersiveke erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve nehatiye dayîn. Li gel belavbûna vîrûsa koronayê şêniyên wargehê bi xeteriyek mezin re rû bi rû ne. Herî dawî  ji hela xebatkarên tendûristiyêve hat daxuyandin ku amûrên wan ên tibbî nemane û bang kiribûn ku ambargo bi lez bi  dawî bibe. Têkîldarî embargoya li ser wargeha Mexmûrê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuranê diyar kir ku  bi salane li Mexmurê mafên herî mirovane tên binpêkirin û bang li Hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstanê kir ku bi lez dawî li van polîtîkayên li dijî mirovahiyê bîne.   ‘Bi hevkariya AKP û DAÎŞ’ê ambargo tê meşandin’    Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pêdivî pê heye Hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstanê ambargoya li ser Mexmûrê bi lez bi dawî bike û got ku ger bi dawî neke wê ji her mirineke ku li wargehê pêk bê berpirsiyar be. Nûranê wiha berdewam kir:” Ev 9 mehin li gel gef û zordestiya hikûmeta Tirkiyeyê, hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstanê  li ser Mexmurê embargoyê didomîne. Pêşiya ku vîrûs nebû jî li Mexmûrê binpêkirina mafan di asta herî jor de bû. Bi dehan nexweş ji bo ku tedavî bibinîn li benda destûrê bûn. Lê mixabin bi tu awayî destûr nedihat dayîn ku tedavî bibinin. Li gel belavbûna vîrûsa koronayê ji hêla hemû dewletan ve bangawaziya piştgiriyê hat kirin. Li gelek deverên cîhanê rewşa awarte hat îlankirin. Lê mixabin bi hevkariya  AKP û DAÎŞ’ê hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstan  di zilm û zordariyê de gav paşve navêt. Hemû dewletên cîhanê bûne yek û li dijî vîrûsa koronayê tedikoşin. Lê AKP ji hûndir û ji derve di polîtîkayên şer de israr dike. Li dijî vê nexweşiyê piştgirî nebe nabe. Divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdîstanê bi lez dev ji van polîtîkayên li dijî mirovahiyê berde û li dijî vîrûsê li wargehê tedbîr bên girtin. Ger van pêk neyne ji her mirinekê wê hikûmet berpirsyar be.”   ‘Bangawaziye NY’ê  tenê ji Mexmûrê re ne derbasdare’   Nuranê  dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser  li dijî ambargoyê bêdengiya Netewên Yekbûyî û got ku tevî hemû bangawazî û hevdîtinan ger hêj ambargo berdewam bike ev dijminahiye û wiha pê de çû:” Pêwîste ku herkes li dijî nexweşiya koronayê bi hêstiyar tevbigere. Îro Netewên Yekbûyî (NY) ji ber vîrûsa koronayê ji hemû cîhanê re bangawaziya  agirbestê dike. Lê mixabin ev bangawazî tenê ji Mexmûrê re ne derbasdar e. Ji ber ku li Mexmûrê embargo hêj didome. Ger ku tevî hemû bangawazî û hevdîtinan hêj ev embargo berdewam bike ev tê wateya dijminahiyê.”    ‘Nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bikin’   Nuranê  bal kişand ser hevdîtinên ku wan herî dawî bi hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê re kirin,  anî ziman ku embargo binpêkirina mafê jiyaniye û got:”  Di nav gelê Maxmûrê de hêrsek mezin hebû, wan nikarîbû qebûl  kul bikira ku ji hêla hikûmeta kurd ve hatine dorpêçkirin. Di warê tenduristiyê de cîheke pir pirsgirîke. Cihekî  ku 12 hezar nifûsa wê heye û  her çiqas Mexmûr di warê jiyanê de heremeke zehmet jî be, hêza rêxistinî ya Mexmûriyan  ew veguheran navçeyeke ku mirov bikaribe lê bijî.  Lêbelê, îro bi gefên hikûmeta tirk  ew dîsa ji hêla Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve  tên astengkirin. Ev embargo binpêkirina mafê jiyanê ye. 12 hezar nifûs ji ber dorpêça hikûmetê nikarin pêdiviyên xwe yên herî rojane pêşwazî bikin.Em 5 meh berê çûn, em heyetek fermî bûn, lê em  bi saetan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hat girtin û jinek ducanî ku destûr nehate dayîn ku rakin nexweşxaneyê dema ku em li wir bûn zaroka xwe bi mirîtî welidand.”    ‘Divê Hikûmeta Başûr dev ji dûritiyê berde û li cem gelê xwe cih bigire’   Nuranê diyar kir ku divê Kurdîstan êdî bi hişmendiya dagirkeriyê neye rêvebirin û wiha berdewam  kir:”  Bi dehan pîr û kal yên nexweşên kronîk li wir dijîn hene.  Destûr nayê dayîn ku   ne ew derbas bibin û ne jî pêdiviyên jiyanê yên pêwîst pêşwazî bikin. Xwendekar û karmend nikarin biçin Hewler, Silêmaniyê û bajarên din.  Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li Tirkiyeyê di heman demê de bi destê hikûmeta Herêm Federal a Kurdîstanê li ser gelê Mexmûrê tên pêkanîn. Divê axa Kurdistanê êdî ne bi hişmendiya dagîrkeran bê rêvebirin.  Divê  hikûmet û partîyên Kurdistanê ji bo  berjewendiya Kurdistanê  tevbigerin.  Em  di hemû  serdanên xwe da li ser yekîtî û hevgirtina Kurdîstanî axivîn.  Lê mixabin di nav  van mercên dijwar de rêveberîya başûr hîn jî bi rêbazên AKP’ê tevdigere. Maxmûr di heman demê de têgihiştinek nû ya kurdî jî diafirîne, avahiyek demokratîk û ekolojîk diafirîne, ev nêzîkatiya  li dijî gelê  Mexmûrê nayê qebûlkirin.”    ‘Ambargo zirarê dide yêkitiya kurdan’    Nuranê herî dawî bal kişand ser giringiya tifaqa Gelê Kurd û bi lêv kir ku ger Gelê Kurd bibe tifaq dikare van rojên zehmet bi hev re derbas bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Bêgûman ambargoya li ser Mexmûrê li dijî avakirina yêkitiya kurdan astengiye. Ev embargo zirarê dide yekitiyê.   Heta ku hemû kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bibin yek, yekîtiyek netewî çênebe wê aramî çênebe.   Ambargo wateya neqebûlkirina yêkitî û tifaqê ye. Heta ku berjewendiyên her kurdek li çar parçeyan nebe, em ê nikaribin  yekîtiya neteweyî jî pêk binin.   Rêxistinên navneteweyî  her dem di pêvajoyên bi vî rengî de bêdeng in.Ji ber ku saziyên navneteweyî di yekdestiya dewletên serwer de ne, divê mirov şaş nemîne. Pêdivî pê heye ku hemû rêxistinên navneteweyî  polîtîkayên ku mafê jiyanê yê mirovan tehdîd dikin bi dawî bikin.”