ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2020’AN 2020-04-02 09:00:00   *Nasîbe Polat a ku li Rihayê kêleka Gola Masiyan atolyeya nexşan heye got ez dixwazim hunera kevin ragihînim nifşê bê û got: “Bi taybetî weke jinek ez bêhtir di vî alî de xwe hestiyar dibinim." BI DÎMEN   *Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku Vîrusa Koronayê di nav civakê de her ku diçe belav dibe û li dijî vîrûsê xweîzolekirina gel a di nav mal de fikarekê li ser şîdeta jinê jî pêk tîne.   *Ozlem Gunduz anî ziman ku ji ber kêmasiya tedbîrên Tirkiye wan parastina tenduristiya civakê ji bo xwe wekî erk dîtiye û ji bo ewlehî û parastina civakê xebat dane destpêkirin.   *Hevseroka HDP'ê ya Rihayê  Emîne Çetîner diyar ku li Rihayê bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û got ku ji bo karkeran di bedela tedbîran de dua tê  xwestinê.   *Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê)  9  meh in ji aliye Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve ambargo pêk tê.  Der barê ambargoyê de Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuranê diyar kir ku ambargo zirarê dide yêkitiya kurdan û banga bila demildest ev ambargo bê bidawîkirin kir.   *Civaknas, hiqûqnas û aktîvîstan bertek nîşanê sererastkirina  pakêta darazê dan û diyar kirin ku vekirina riya tahliyeyê ya ji bo gumanbaran wê mexduran carek din mexdur bike û rêjeya sûc jî wê zêde bike.   *Xwendekara zanîngehê Elîfnur Arî ya li Fransayê perwerdê dibîne, çavdêriyên xwe ji ajansa me re wiha vegotin: “Ewropa ji bo pêşî li windabûna aborî bigire sînor dereng girt û ev jî bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Tirkiye jî rewşê cidî nagire û tedbîrên wan têr nakin.   *Cemal Albayrak li hember Buse Guler hewldana qetilkirinê pêk anîbû û derket holê ku vî kesî berê jî li gelek jinan şantaj kiriye. Buse niha li nexweşxanê tê dermankirin û dayika wê Arzu Guler banga piştgiriyê li rêxistinên jinan û parêzeran kir.   *Ji ber newekheviya zayenda civakî hemû barê paqijiya malê û xizmeta giştî li jinan tê barkirin û bi vîrûsa korona re jî barê jinan derket du katî. Ji Meclîsa Jinan a KESK’ê Semra dogan, da zanîn ku karên paqijî û lênerînê aîdê hemû kesên ku heman hawirê parve dike ye.   *Atolya Çand û Hunerê ya Aryen, ji ber vîrusa korona navber da xebatan lê bi telefonê xwe digihînin xwendekarên xwe. Hîndekara muzîkê Fadîme Polat, bang li hemû malbatan kir ku ji bo zarokên wan li malê xebatên çand û hunerê bimeşînin, bila piştgiriyê bidin zarokên xwe.   *Niha li tevahiya cîhanê ji ber Vîrusa Koronayê rewşeke xeter heye. Hevseroka Miduriyeta Zabita ya Herêma Firatê, derbarê kar û xebatên  xwe yên çavdêriya bazar û bazirganan a di vê rewşê de, wiha got: "Piştî qedexekirina derve ya ji ber nexweşiya Vîrusa Korona, bazirganên herêmê sûd jê girtin û nirxên kelûpelan buha kirin. Em ê bi gel re bibin alîkar, da ku em vê rewşa xeter derbas bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên ku di firina Adarê ya Dêrikê de dixebitin wiha gotin: "Ji roja ku her der ji ber sedema Vîrusa Koronayê hatiye girtin, em tên firinê û nan çêdikin da ku gelê me bê nan nemînin." DÎME HEYE   *Endama Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Hesekê  Sîham Mela Elî, teqez kir ku ji bo rê li ber belavbûna Vîrûsa Korona bê girtin, xweparastin girîng e û wiha got: ”Ev vîrûs nexweşiyeke xeter e. Pêwîst e gel xwe biparêze û li gor biryarên Rêvebriya Xweser tev bigerin.” DÎMEN HEYE   *Girtiyên cezayê muebetê girtine yên li girtîgehên cuda dimînin, bi telefonê ji malbatên xwe re diyar kirin ku tu tedbîr nehatine girtin û xwarin beyî lepik û rûpûş tên çêkirin. Xizmên girtiyan jî fikarên xwe anîn ziman û gotin tiştek bibe wê hesabê wê kî bide û divê girtiyên siyasî bên tahliyekirin.   *Şukriye Dogan ya ku kurê wê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Îzmîrê ye, diyar kir ku hewcedariyên girtiyan nayên cih û bang kir ku divê girtiyên siyasî jî ji daxistina înfazê fêdeyê bigirin û pirsa ‘gelo li benda mirina wan in?’ kir.