Jinên di Girtîgeha Tersûsê de giliyê sincirandina laş dikin 2020-04-01 17:24:47   MÊRDÎN - Girtiyên jin ên di Girtîgeha Tersûsê de piştî tehliyekirina Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku ew ji ber sincirandina laş û kuxukê bi gilî ne.    Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin a ku ji Girtîgeha Tersûsê sewqî Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê hatibû kirin piştî ku testa wê ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derketibû hatibû tehliyekirin. Piştî testa Nalanê pozîtîf derket şûnde girtiyên jin ên Girtîgeha Tersûsê bi rêya telefonê ji malbatên xwe ragihandin ku ew bi fikar in.    Girtiya bi navê Azize Yagiz a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tersûsê dimîne bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi diya xwe Latife Yagiz re diyar kir ku laşê gelek hevalên wan disincirin û dikuxin. Latifeyê diyar kir ku keça wê Azize gotiye ew gelek li ber Nalanê ketine û wiha dewam kir:"Keça min got li vir laşê gelek hevalên me disincirin û dikuxin. Azize got wan gelek carî ji îdareyê re gotine bila testa koronayê bibe lê îdareyê guh nedaye wan. Keça min got heta dereng nekeve divê tedbîr bên girtin."