Hevşaredar Mulkiye Esmez a ku bi pençeşêrê ye nehat tehliyekirin 2020-04-01 15:17:03   MÊRDÎN - Yekemîn rûniştina Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez a ku di meha mijdarê de hatibû girtin û dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin, hat dîtin. Mulkiyeya ku tedawiya Pençeşêra Kolanê dibîne nehat tehliyekirin û rûniştina li pêş taloqî 17'ê Hezîranê hat kirin.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ya HDP’î ku 19’ê mijdara 2019’an de hatibû binçavkirin û girtin, yekemîn daneşîna wê hat dîtin. Mulkiye ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşîna xwe ku li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Girana a Mêrdînê hat dîtin bû.   Di daneşînê de destpêkê parêzera Mulkiye Esmez, Dildar Ektîren parastin kir. Dildar, daxwaza berdana muwekîla xwe kir.   Hevşaredar Mulkiye jî, destnîşan kir ku tedawiya Penceşêra Kolonê dibîne û şertên girtîgehê ji bo wê gelek zehmet tên û wiha got: “Bi vîrûsê re ev şert hîn zehmetir bûne û mayîna min a li koguşê pir zor e. Ez sûcdariyên derbarê xwe de red dikim. Berdan û beraata xwe dixwazim.”   Dadgehê bi angaşta “Bi gumana bi hêz a sûc” biryara berdewamkirina girtina Mulkiye da û daneşînê taloqî 17’ê Hezîranê kir.