Li Amedê vîrûs belav dibe, taxên Meletiyê jî xistin karantînayê 2020-04-01 14:14:00   AMED / MELETÎ - Li Meletiyê 3 taxên 3 navçeyan ji ber şewba vîrûsa koronayê xistin karantînayê. Her wiha li Amedê jî hêjmara kesên bi şika ku bi şewba vîrûsa koronayê ketine û rakirine nexweşxaneyê zêde dibin.    Li Amedê her ku diçe hêjmara kesên bi şika ku bi şewba vîrûsa koronayê ketine rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê têne dermankirin zêde dibin, her wiha li Meletiyeyê jî 3 tax xistin karantiyaneyê.    Welatiya Meletiyê, diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) taxa Ilica ya navçeya Arende û taxa Egnir a navçeya Erebgir ên Meletiyê ji 29’ê Adara 2020’an ve kirine karantînayê. Li aliyê din, hat diyar kirin ku Taxa Kozdere ya navçeya Hekîmxanê jî ji ber vîrûsê xistine bin karantinayê.   Li Amedê jî her ku diçe hêjmara kesên bi şika vîrûsê ketine rakirine nexweşxaneyê û tên dermankirin zêde dibin. Heta niha li tevahiya nexweşxaneyên bajar di xwîna 24 kesan de vîrûs hat dîtin û 12 kes rakirin unîteya beşa venêrtina zêde. Bi giştî 123 nexweş bi şika şewbê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Hat diyar kirin ku Ajokarê TIR'ê yê çûbû Îtalya ji be laşê wî sincirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê û tedawî dibe. Li Hênê heta niha di 2 kesan de encama testa vîrûsê pozîtîf derketiye. Li tevahiya bajar 26 nexweş hatine tabûrcîkirin.    Li tevahiya Amedê heta niha 5 nexweş jiyana xwe ji dest dane.