‘Di serî de tedbîr nehatin girtin’ 2020-04-01 09:10:00   MÊRDÎN - Xwendekara zanîngehê Derya Ozturk diyar kir ku piştî vîrusê navber dane perwerdehiyê û der barê ku wê rewşa perwerdê çi bibe de fikarên wan hene û got: “Tedbîrên ku divê destpêkê bihatana girtin nehatin girtin û ji ber vê navber dan perwerdê. Ji vir şûnde em nizanin ku wê çi gavê bavêjin. Di serê me de gelek pirsnîşan hene.”   Piştî ku  li Tirkiyeyê  vîrusa korona rû da şûnde hejmar kesên bi vîrusê û yên jiyana xwe ji dest din her diçe zede dibe û yek ji tedbîrên ku hatibûn girtin rawestandina perwerdehiyê bû. Piştî perwerde hat rawestandin rewşa xwendekaran jî nezelaliya xwe diparêze. Yek ji xwendekara Beşa Veterîneriyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, Derya Ozturk der barê mijarê de fikarên xwe vegot.   ‘Nezelaliyên cidî hene’   Deryayê diyar kir ku piştî daxuyaniya wezaretê çûye cem malbata xwe ya li Qoserê û got: “Em nizanin ji vir şûnde wê çawa be. Di hişê me hemûyan de pirsnîşan hene. Gelo sê hefte şûnde wê perwerde bidome. Ger berdewam neke wê ev vala çawa bê girtin. Wê dem dirêj bibe?Çend roj berê gotin wê ‘perwerda onlîne’ bê kirin. Ji bo pêşketina dersan wê çiqas bi fêde be.”   ‘Divê pêngavên bi bandor bên avêtin’   Deryayê daxuyakirin ku ger vîrus biqede di mehên havînê de dayîna dersan wê ji bo wan baş be û got: “Lê nayê zanîn ku ka nexweşî jî çawa be. Der barê ezmûnan de fikra me tune. Em dixwazin ku pêngavên bi bandor bên avêtin. Em di nav nezelaliyan de dijîn.”   ‘Tedbîrên pêwist nehatin girtin’   Deryayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di mijara têkoşîna li dijî vîrusê de tedbîrên baş nehatin girtin. Tedbîra herî girîng ev bû ku divê destur nedana ziyaretên Umreyê. Ne tenê ji bo kesên ji Umreyê hatine, divê hemû seferên ji derveyê welat bihatana rawestandin. Du meh berê tedbîr bihatana girtin wê îro ev rewş nehatiba jiyîn. Ger wisa biçe em ê Îtalyeyê li pey xwe bihêlin.”