Feleknas Ûca: Rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dibe 2020-04-01 09:06:00   AMED - Ambargoya li ser wargeha Penaberan a Mexmûr 9 meh li pey xwe hişt û niha jî gelê Mexmûrê di bin gefa vîrûsa koronayê de ye. Parlementera HDP'ê Feleknas Uca diyar kir ku rêya yekitiya Gelê Kurd bi çareserkirina pirsgirêka Mexmûrê ve girêdayî ye û ev pirsgirêk divê were çareserkirin.   Ji meha tîrmeha 2019’an ve heta niha li ser fermana Rêveberiya Başurê Kurdistanê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo heye û hatin û çûyin qedexe ye . Niha jî vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav dibe, şeniyên Mexmûrê jî bi karesetek mezin ve rûbirû dihêle. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca li ser rewşa Mexmûrê axivî û bang kir ku bila ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin.   'Gefa vîrûsê li ser Kampa Mexmûrê heye'   Feleknasê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hemû cîhan ketiye pey çareseriya dermanekirinê ji bo koronayê,  mirov her roj û saet jiyana xwe ji dest didin lê em hê jî behsa ambargoya li ser  Mexmûrê dikin. Feleknasê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji aliyekî ve êrîşên li ser gelan tê meşandin ji aliyekî din jî ev nexweşiya koronayê ku hatiye êdî ne tenê ji bo şexsekî ji bo hemû cîhanê xetereyek pir mezin e. Ev xetereya mezin her ku diçe belav dibe û ji bo hemû gelan xeteriyek mezin e. Ji hemû deveran gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî wisa ye û derketina kolanan qedexe ye. Bi mehan e ambargoyek li ser Mexmûrê heye, bi vê ambargoyê re ne di milê tendûristî ne milê aborî ne jî di milê xwarinê de alikarî heye.  Hemû der di bin ambargoyê de ye. Nexweşiya koronayê ji her ku diçe belav dibe gefa wê li ser Mexmûrê jî heye. Ez ji hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dipirsim, gelo hûn qet li xeteriya li ser Maxmûrê fikirî ne? Îro bi hezaran mirov  li wê bi mirinê re rûbirû ne.  Wê kî hesabê wê bide?"   'Ambargoya li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin'   Feleknas Uca di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir li ser cîhanê xetereyek mezin heye û îro em dibînin gel ji bo alikarî û pêdiviyên xwe pêk bînin her kes li hev xwedî derdikeve. Hemû cîhan xwe nêzî hev dikin û li rêbaza çareseriyê digere, Netewên Yekbûyî (NY) dibêje bila hemû şerên cîhanê bên sekinandin. Her wiha hemû cîhan dibêje ji ber koronayê bila hemû girtigeh bên valakirin. Lê em hê jî dibêjin bila ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin. Em gelek caran çûbûn Mexmûrê ew çax jî astengî hebû. Dema em çûn jixwe pirsgirêkên tenduristî hebûn. Ji ber kêmasiyên alavên tendirustiyê û kêmbûna tendirustvanan kes jiyana xwe jidest didin.  Dayik û jinên ducanî nedikariya biçin nexweşxaneyê. Ger ku şewba koronayê li wê belav bibe jixwe derfetên tenduristî kêmin û stokên dermanan tüne ne. Wê şêniyên wargehê bi mirinê re rûbirû bimînin. Rastî jî êdî tu gotin nemaye. Ji ber ku ev tiştekî nayê qebûlkirine."   'Rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dibe '   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya ukrdan û diyar kir ku rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dibe: " Em ji bo ku yekitiya Kurdan pêk bînin me di Newrozê de bi tîfaqa xwe re bang kir. Ji ber xetereya vîrûsê me pîrozbahiya girseyî ya Newrozê betal kir. Niha di vê demê de pêwist e ku em yekitiya xwe pêk bînin û rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dib. Divê pêşî em vê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû cîhan bi şewba koronayê re mijûlî lê em hê jî di mijara Mexmûrê de ne wek hev in. Ev dem ne dema ambargoyê ye."