Divê çapemenî xwe ji zimanê li dijî jinê dûr bixe 2020-04-01 09:04:00   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş diyar kir ku çapemenî yek ji berpirsên herî mezin yên bûyerên di civakê de pêk tê ne ye û got: “Divê li dîmenên di nokteya cînayetên jinan de baldar bin. Divê ji ziman û dîmenên pornografîk yên şîdetê diafirînin xwe dur bigirin. Di vê mijarê de hemû kesên xwedî agahî berpirsin.   Ji Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş balkişand ser ziman û nûçeyên çapemeniyê ya di kuştinên jinan de û di vê mijarê de nirxandin kir.   Rukenê destnîşan kir ku desthilatdarî şîdetê hildiberînin û vê jî di qada çandî de bi civakê didin qebûlkirin û got: “Di qada çandî de jî çapemenî dikeve dewrê. Nêrînên paşverû tên xwedî kirin. Çapemenî bi armanca tevdigere. Li aliyekî, agahdarkirina mirovani, derxistina heqîqetê û li aliyê din jî alava qebûlkirina desthilatdariyê ye.”   ‘Zimanê çapemeniyê ji şîdetê re xizmetê dike’   Rukenê balkişand ser girtina kanal û ajasan û got ev nayê wateya girtina rojnameyekê, ev tê wateya girtina hemû kanalên ragîhandinê ya bi gel re. Rukenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di cîhana manîpulasyon û nêrînan de dijîn. Hemû desthilatdarî razemeniya xwe didin ser vê. Di reklamekê de jinek li malê çay û kek dibe ji hevjînê xwe re. Bi vê peyam tê dayîn. Dibêjin jin ji mê re xizmetê dike. Şîdeta esas jî ji xwe jî di qada nêrînan de tê jiyîn. Ji ber vê jî zimanê ku çapemenî bikar tîne ji şîdetê re xizmetê dike.”   ‘Sahneyên şîdetê berbi bêhestiyariyê ve dibe’   Rukenê bi lêv kir ku mirov êdî bi çapemeniya civakî xwe digihêjin her derê cîhanê û tiştên ku pê re tên rû hev îfade dikin û got: “Ev di nokteyekê de jî rêbazeke têkoşînê ya li dijî neheqiyan pêk tîne. Lê li aliyekê jî gelek tiştên neyînî tîne. Mirov di carekê de dikarin bi şîdetê re bên rû hev. Ev jî mirovan berbi bêhestiyariyê ve dibe. Ger pêşî li azadiya girtina nûçeyan bê girtin ev bandorek neyînî li ser psîkolojiya civakê dike. Ji ber vê divê nûçe beyî ku peyama fikarê bidin bên amadekirin. Divê li dîmenên kuştinên jinan bald bin. Divê ji dîmen û zimanê pornografîk yên ku şîdetê diafirîne dur bikevin.”