'Xebatkarên Dirûnxaneya Şehîd Vîyan li dijî Vîrusa Koronayê rûpoşan didirûn' 2020-04-01 09:02:00   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên ku di Dirûnxaneya Şehîd Viyan de dixebitin li dijî Vîrusa Korona cil û rûpoş amade dikin. Jinan gotin: "Pêwist e ku em ji bo her tiştî amede bin. Bi hêviya ku her kes xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze."   Piştî belavbûna Vîrusa Koronayê ya li tevahî cîhanê û kêmbûn û buhabûna cil û rûpoşên tenduristiyê, Dirûnxaneya Şehîd Viyan ya aboriya jinê li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê dest bi dirûtina cil û rûpoşên tenduristiyê kirin û her wiha li nexweşxaneyan belav dikin. Jinên ku di dirûnxaneyê de kar dikin bang kirin û gotin: "Em ji bo we kar dikin, hûn jî ji bo me di mal de bin û xwe biparêzin."   'Em her hewil didin hejmareke baş ji cil û rûpoşan amede bikin'   Gulîstan Husên li ser Dirûnxaneya Şehîd Viyan axivî û got: "Beriya derketina Vîrusa Koronayê me cilên şaredariya bajarokê Rimêlanê li dirûnxaneyê didirûtin, lê piştî Vîrusa Korona li tevahî cîhanê belav bû û ji ber kêmbûn û bihabûna cilên tendirustiyê ev hefteyeke me dest bi dirûtina cil û maskeyên tenduristiyê kiriye, her wiha em 11 jin di dirûnxaneyê de kar dikin, her jinek karekî wê ya cuda heye. Em her roj alîkariya hevdu dikin da ku hejmareke baş ji cil û rûpoşan çêbikin."   'Pêwîst e em xwe baş ji Vîrusa Koronayê biparêzin'   Jina bi navê Kelsûma Salih jî axivî û got: "Ez di Dirûnxaneya Şehîd Viyan de kar dikim. Ev hefteyeke em cil û rûpoşên tenduristiyê ji bo parastina xwe ya ji Vîrusa Koronayê amede dikin. Em ji saet 8’ê sibehê heta 6’ê êvarê kar dikin. Heta ku ev vîrûs hebe çi ji me were xwestin weke dirûtina cil û maskeyan em amede ne. Her wiha pêwîst e em xwe ji vîrûsê biparêzin û rêbazên xweparastinê bi cih bînin. Ez ji hemû kesî re dibêjim em ji bo we kar dikin hûn jî ji bo me di mal de bimînin.”   ‘Bi hêviya ku her kes di vê demê de, di mal de bimîne'   Her wiha Refîda Ehmed jî li ser parastina ji Vîrusa Koronayê axivî û got: "Ev hefteyeke em ji bo gelê xwe kar dikin û em cil û rûpoş li dirûnxaneyê didirûn. Hîn Vîrûsa Koronayê negihiştiye bajarên me, lê pêwîst e em ji hemû deman re amade bin û parastina xwe bikin. Hêviya min ji hemû gelan re heye ku xwe biparêzin û di malên xwe de bin."