'Belavbûna Vîrusa Koranayê metirsiyekê bi xwe re ava dike' 2020-04-01 09:01:00   Ruperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan a Şehbayê dijîn li ser xeteriya Vîrusa Korana û tedbîrên hatine girtin axivîn û gotin: "Belavbûna Vîrusa Korana metirsiyek û xeteriyek mezin li ser jiyana mirovan dide avakirin, divê mirov xwe baş ji vê vîrûsê biparêzin."   Vîrusa Korana (Covid-19) metirsiyek mezin li tevahî cîhanê ava kir. Her wiha bi deh hezaran mirovî li tevahî cîhanê jiyana xwe ji dest dane, nîşana nexweşiya Vîrusa Korana jî ew e ku nefesa mirovan teng dibe, germahiya laş bilindtir dibe û kuxika zuha heye. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê dijîn, axivîn.   'Belavbûna Vîrusa Koranayê metirsiyekê bi xwe re ava dike'   Jina bi navê Hediyet Şewket Elî ya ji navçeya Mabetayê ye û li kampa Berxwedan a Şehbayê dijî li ser Vîrusa Korana axivî û got: "Li kampê em parastina zarok, kal û pîrên xwe dikin. Heta em dikarin em nahêlin zarok ji bin konan derkevin. Divê çareseriyek ji nexweşiya Vîrusa Korana re bê dîtin ji ber ku belavbûna wê metirsiyeke mezin di jiyana me de ava dike."   'Divê malbat zarokên xwe ji Vîrusa Koranayê biparêzin'   Sûzan Hebeş jî xeteriya Vîrusa Koranayê û rêya parastinê anî ziman û wiha pê da çû: "Vîrusa Koranayê li tevahî cîhanê belav bûye û xeteriyek mezin li ser jiyana mirovan bi xwe re tîne, kombûn di nava gel de divê were qedexekirin. Di kampan de mirov neçarî derketinê dibin ji ber ku tenê konek di destên wan de heye. Cihê şuştina dest û cil yek in. Divê baş werin dermankirin ji ber ku hemû tiştên kampan hevpar e. Banga me ji malbatan re heye ku nehêlin zarok li derve bilîzin û di malê de bin, parastina zarokan parastina civakê ye."