TUAY-DER: Divê rayedar cudakariyê nexin nava girtiyan 2020-03-31 15:28:43   AMED - Têkildarî belavbûna xetereya vîrûsa korona ya li girtîgehan TUAY-DER'ê daxuyaniyek da û bang li rayedarên hikûmetê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û demokratîk kirin û gotin li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin û hemû girtiyan serbest berdin.   Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), têkildari xetereya vîrûsê ya li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TUAY-DER'ê di daxuyaniyê de bal kişandin ser xetereyên vîrûsê û wiha hat got: “Di rewşeke wisa de girtîgeh di xeteriyê de ne. Em ji rayedarên hikûmetê û Wezareta Dadê re dibêjin ku guh bidin banga Neteweyên Yekbûyî ya ku der barê berdana girtiyan de bang li hemû welatan kir."   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku niha li girtîgehan paqijî nayê kirin û şertên girtiyan li dijî parastina vîrûsê ne guncav e û wiha hat bi lêv kirin: "Ev rewş naye qebûlkirin. Em bang li rayedarên hikûmetê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û demokratîk dikin ku li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin. Guhertina zagonan a ku girtiyên siyasî nexe nava xwe nayê qebûlkirin."     TUAY-DER'ê di daxuyaniya xwe de bang li rayedarên hikûmetê û partiyên koma wan li meclîsê heyî kir û xwest li gorî rêgeza wekheviyê ya Destûra bingehîn tev bigerin û wiha got: "Em dîsa bang li Rêxistinên civakî û sivîl partiyên siyasî, pêşengên civakê, rewşenbir, ronakbir û kesên demokrat dikin ku li dijî vê cudakariyê dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî jî di navde hemû girtî serbest bêne berdan. Vîrûsa corona cudakariyê naxe nava kesan. Em dixwazin rayedar jî cudakariyê nexin nava kesan."