Zarokê bi cîsmek nediyar birîndar bû rakirin nexweşxaneyê 2020-03-31 14:17:56   AMED - Li bejahiya navçeya Licê, zarokê 11 salî Yûsûf Yildirak ku sewal diçêrand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bû.   Zarokê 11 salî Yûsûf Yildirak ku duh li devereke di navbera gundên Pîrîk û Ziyaret ên navçeya Licê ya Amedê, sewal diçêrand, cîsmekî ku li erdê dît di destê wî de teqiya û bi giranî birîndar bû. Malbata Yûsûf  kurê xwe rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat hînbûn ku rewşa Yûsûf  giran e û li beşa lênêrîna awarte tedawiya wî tê kirin. Hat ragihandin ku Yûsûf  zarokê malbateke koçer e û ji Çewlikê hatine Licê.