Ew ê bi rêya Rojava TV online ders bê dayin 2020-03-31 13:54:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo li Rojava zarok ji dersên xwe dûr nemînin ew ê bi rêya Rojava TV online ders bê dayin.   Li dijî Vîrusa Korona ya ku li hemû cîhanê belav bûye li Rojava jî qedexeya derketina derve hat îlankirin û ev qedexe didome. Ji bo zarok ji dersên xwe nemînin Komîteya Perwerdeyê bi rêbazên cuda tedbîran digire. Ew ê li herêma ku nêzî 789 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin bi rêya Rojava TV online ders bê dayin.