Komên girêdayî dewleta tirk zarokek qetil kirin 2020-03-31 13:27:34   MINBIC -Komên girêdayî dewleta tirk êrîşî Gundê Ereb Hesen kirin û zarokek qetil kirin. Her wiha du kes jî bi giranî birîndar bûn.    Do bi şev komên girêdayî dewleta tirk êrîşî Gundê Ereb Hesen ê li Rojavayê Minbicê dikeve kirin. Di êrîşan de cihên sîvîlan hatin bombebarankirin. Di encama topebaranê de zaroka bi navê Yasmîn Hisên El-Hecî jiyana xwe ji dest da. Her wiha dê û bavê zarokê jî bi giranî birîndar bûn.    Birîndar rakirin Nexweşxaneya Minbicê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û êrîşên komên girêdayî dewleta tirk sekinîne lê li nêzî gund xwe bi cih kirine.