Kongreya Star di derbarê girtiyên siyasî de daxuyanî da 2020-03-31 12:54:01   KOBANÊ - Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovahî pêk bînin û girtiyên siyasî serbest bên berdan.   Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê di derbarê girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê dîl hatine girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û teqez kir ku ji ber belavbûna Vîrûsa Korona jiyana girtiyan di xeteriyê de ye.   Daxuyanî wiha ye:   "Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhanê, ji aliyê dewletan ve gelek tedbîr hatin girtin, ji bo parastina tendirustiya welatiyan û karibin gel ji vê kaosê biparêzin. Her wiha li gelek dewletan jî ji bo parastina girtiyan a ji Vîrûsa Korona tedbîrên pêwist hatin girtin. Di derbarê tendirustiya girtiyan de dewlet berpirsyar e.   Girtî di xeteriyeke mezin de ne ji ber ku hikumet tedbîrên pêwist nagirin da ku pêşî li belavbûna Vîrûsa Korona  bigirin. Li hin girtîgehan dewletê efû derxist ji bo welatiyên girtî, ji bilî yên siyastemedar. Pirs ev e: Gelo Vîrûsa Korona cudahiyê dixe navbera girtiyên siyasî û yên din?Pêwist e ku dewlet aliyê miroviyê esas bigire. Divê Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bên berdan.    Bi navê Koordînesyona Kongra Star a herêma Firatê, em bang li rêxistina mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dikin ku erka xwe ya mirovahî pêk bînin, zextê li hikumetan bikin da ku rewşa girtiyên siyasî ber çavan re derbas bikin û di zûtirîn dem de wan serbest berdin. Ji ber jiyana girtiyan ji ber belavbûna Vîrûsa Korona di xeteriyê de ye."