‘Ji bo tendirustvanan li çepikan nexin, ewlehî û derfetê biafirînin’ 2020-03-31 09:08:14   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Rozerîn Çatak di derbarê nexweşiya Vîrusa Koronayê (Covîd-19) de ango pirsgirêkên tendirustvan di vê pêvajoyê de dijîn kir. Rozerîn got tendirustvan ne leşkerên hikumetê ne. Rozerîn wiha got: “Ji bo xebatkarên tendirustiyê ne çepik, derfet û ewlehî pêwîst e. Ji bo van yekan bixebitin.”   Ji ber sedema nexweşiya Vîrusa Koronayê (Covîd-19) bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û her wiha rewşa rendirustiya hemû cîhanê jî di bin xetereyê de ye. Li gorî agahiya fermî ya dewletê li Tirkiyeyê 20.345 test hatin kirin ji wan jî 1 hezar û 236 kes nexweşiya koronoyê pê re hatin tespîtkirin, ango 30 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gel ku xebatên ewlehiyê berdewam dikin xebatkarên tendirustiyê di derbarê derfetan de hikumetê rexne dikin.  Ango gel ji bo piştgiriya tendirustvanan jî çalakiya dengderxistinê pêk tîne. Sekretera Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Rozerîn Çatak di derbarê koronoyê û pirsgirêkên tendirustvan dijîn de nirxandinên xwe bi ajansa me re par vekir.   ‘Divê ji bo nexweşên din jî xebat werin destpêkirin’   Rozerînê diyar kir ku kesên nexweşiyên kronîk pê re hene, kesên nexweşiyên weke cîgera reş, gurçik, kezaba sipî û kesên penceşêr pê re hene wê di vê pêvajoyê de astengiyan bijîn û wiha got:”Gelek nexweş jî pêwîst e di bin kontrola bijîşkan de bimînin. Ji bo kesên nexweşiyên kronîk pê re hene tê pêşniyarkirin ku sîstematîk dermanên xwe bistînin û îhmal nekin. Ango  ger pêwîst bike divê serî li nexweşxaneyê bidin. Divê wezîrê Tendirustiyê di vî aliyî de xebatan bide destpêkirin. Lewra kesên tedaviya kemoterapî digirin divê herin nexweşxaneyê. Ango gelek kesên sîstema wan a jêbexşiyê lewaz hene ku ev jî dikeve nav beşê xetereyê de. Lewra di dema zêdebûna karasetê de wê ev kesan werin îhmalkirin. Kes wê ne ji koronoyê ji îhmalkirinê jiyana xwe ji dest bidin. Ev wê rewşeke hîn tirajedîk pêşkêşê me bike. Ger ku xebat û sîstemek nûjen ji bo korono û van nexweşan were afirandin wê ji bo gel hîn hêsantir derbas bibe. Divê were zanîn ku ev ji bo bijîşkan jî rewşek talûke û zor e.”   ‘Di vê pêvajoyê de tişta herî baş bêhnvedan û raketinek sîstematîk e’   Rozerînê anî ziman ku ew ji derveyî kesên nexweşiya kronîk pêre hene ji kesê re dermanan pêşniyar nakin û wiha domand:”Di vê pêvajoyê de tişta herî baş bêhnvedan û raketinek sîstematîk e.Bi taybet kesên nîşaneyên nexweşiya koronoyê pêre hene ango dikuxin, taya zêde, bê halî û di daqurtînê de zorî dikişînin ji bo daxistina taya germ dermanê bi navê îbuprofen tê dayin. Lê li gorî Rêxistina Tendirustiyê a Cîhanê (DSO) parve kiriye de dermanê di hundirê wan de ibuprofen hene nexweşiya koronoyê girantir dikin. Ev dermanên di hundirê wan de îbuprofen hene di pîyaseyê de bi navê pedîfen, brufen, caldolan, brus, dulgit, ibupfen tên firotin. Li şûna van dermanan dermanê di hindirê wan de parastemol hene tên pêşniyarkirin. Ew jî weke parol, geralgin, novalgine, calpol û weke din tên dîtin. Divê em neçin nexweşxaneyan. Tenê di rewşên bêhntengî, belavbûna hiş, serêşa bi quwet, wende kirina dengeyê û sîng êşanê de divê em serî li nexweşxaneyan bidin. Ango kes dikarin bi zêdahî ji Navenda Tendirustiya Malbatan zanistên pêwîst bigirin.”   ‘Em ne qehremanê kesî ne’   Rozerinê di berdewamiya axaftina xwe de got karê tenduristiyê karê bi yekbûn û komî ye û got:”Ji bijîşk heya perestyaran, ji labaratuar, teknîkerê  tendirustiyê heyanî kedkarê paqijiyê weke komek in. Lewra ev hemû di bin xetereyê de karê xwe didin berdewamkirin. Hikumet vîrusê weke dijmin û xebatkarên vê komê  weke leşkeran lanse dike. Em ne leşker in, wisa bifikirin ku em leşker bin jî, ma em ê bê ewlehî û çek di mevziya şer de cih bigirin. Îro xebatkarên tendirustiyê di bin van şert û mercan de dixebitin.  Çalakiya çepikan li Îtalyayê dest pê kir ku li wir jî di aliyê tendirusvanan de gavên girîng hat avêtin. Mînak nexweşxaneyên taybet hatin giştî kirin, xizmeta tenduristiyê a belaş hat destpêkirin. Wezîrê tendirustiyê ji bo nixumandina xebatên xwe yên ewlehiyê yên sînordar ji welatên din mînakan dide. Lewra li Tirkiyeyê bi hezaran tendirustvanên bi tecrube ji kar hatine îhraç kirin. Bi hezaran dixtorên li benda atamayê hene û 3600 kes ji weke bijîşkên ek ji sîstemê fayde nagirin. Ango xebatkarê li ser kar in di aliyê derfetan de astengiyên mezin dijîn. Melzemeyên parastin û xwe gihandina melzemeyên din gelek zor e. Li Tirkiyeyê nexweşxaneyên giştî jî weke yên taybet kar didin meşandin. Ango mafê zimanê zikmakî, mafê tenduristiyê yê bê pere nayê pêşkêşkirin. Di sîstemek wiha de em dibînin ku çepik ne bes e. Lê em li dijî vê yekê ji nînin.  Em ne qehremanê kesekê ne. Em dixwazin bidin jiyan kirin û bijîn. Ev soza me ye.”