Ala Mehamed Ahemd: Divê guh bidin daxwazên Mexmûriyan 2020-03-31 09:07:13   MEXMÛR - Endama Pêwendiyên Dervê ya Wargeha Mexmûrê Ala Mehamed Ahemd diyar kir ku ligel Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin sîwana Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye lê li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê û ambargoya ku 9 meh jortire didome bêdeng in û got: "Niha jî rewşeke xeternak a vîrûsa koronayê heye û derfetên me kêm in. Divê êdî sazî û dezgehên netewî û navneteweyî yên ku heta niha bêden mayê bila niha guh bidin daxwezên me."   Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) e 9 meh jortir e hatiye dorpêçkirin û dibin ambarogoyê de ne. Wargeha ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye li hemberî ambargoyê bêdeniya xwe diparêzin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên bajêr, xwendekar nikarin pêdiviyên xwe yên dibistanê pêk bînin, karker nikarin biçin ser karê xwe. Malbat li gorî derfetên xwe debara mala xwe dikin. Lê belê piştî derketina vîrûsa koronayê rewşa wargehê bêtir ket nava zehmetiyan. Endama Pêwendiyên Dervê ya Wargeha Mexmûrê Ala Mehamed Ahemd derbarê êrîşên DAÎŞ'ê, polîtîkayên ku li hemberî wargehê tê meşandin, bandora ambargoyê ya li hemberî wargehê ji ajansa me re nirxand.    Ala di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergal û serî rakirina gel a li hemberî pergalê û wiha got: "Em dizanin ku di nava pir sîsteman de pir welatan de hêzên mûxalif çêdibin. Li hemberî sîstemê hinek kesên ku sîstemê qebûl nakin jî serî radikin. Dixwazin di nava sîstema heyî de hinek reforman çêbikin, guhartinan çêbikin, an jî mafên xwe dixwezin. Lê ger em dixwazin rewşa DAÎŞ’ê hinek binirxînin mirov dikare vêya hinek cewaz bigire dest. Encama şerê ku heta niha birêve biriye, heta niha welatên ku tê de şer kirine, an jî hemû cihên ku tê de şer kiriye, li hemberî gelan şerê ku kiriye mirov dikare bigihe vê encamê ya rastî. DAÎŞ li ser hişmendiyekî dagirkerî, komkûjî, çanda tecawizê di bin ala Îslamê de rewşekî wisa nîşan dide."   'Talan dikin û êrîşê nixên gelan dikin'   Ala, da zanîn ku DAÎŞ êrîşê nirxên netewan dike û wiha behsa mijarê kir: "Mirov nikare DAÎŞ’ê wek tevgerek ango we kesên reformîst ê ku dixwaze hinek guhartinan dike bigire dest û binirxîne. Dema mirov lê meze dike şerê ku li Kobanê rû da, an jî li Şengalê rû da tiştê herî balkêş çi bû di wan şeran de, êrîşê tiştên ku ji bo gelan hesas e dikir. An jî tiştên nirxên netewan e, nirxên gelan e êrîşî wan dikir. Li Kobanê êrîşî çanda wir kir, li Şengalê êrîşî çanda Şengalê kir, êrîşî çanda Êzidiyan kir. Heta niha jî hinek jin ku qedera wan ne diyar e hene. Ji ber ku hişmendiyekî li ser esasê talanê, çand binpê kirinê, nirx bin pêkirinê heye. Mirov dikare di nav feraseta DAÎŞ’ê de vê bibîne. Ango ne ku wek pêwistiyekî wî hebe di nav sîstemê de hinek guhartinan çêbike wisa nîn bû. An jî ne ku ji bo talebê mafên xwe dikir, ne wisa bû. Ferasetekî DAÎŞ’ê yê bi vê rengê hebû, heya niha jî em dizanin li gelek welatan de, li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li cihên ku êrîş kirine demgeyekî xwe yê wisa lêxist."    'Li hemberî zanîstî û ronakbiriyê êrîşek pêk hat'   Ala, li ser êrîşên DAÎŞ'ê ya li hemberî jinê wiha şîrove kir: "Tiştê ku li vê derê diyar e ew e ku, ev feraset dixwaze xwe mayînde bike. Ango dixwaze di bin navê dewleta Irak û Şam de hêza xwe li vir mayînde bike. Netewê ku heyî an jî feraseta heyî, zanistiya heyî dixwaze di bin wê çarçova reş de veşêre. Mirov dikare wê bibîne. Ferasetekî dijberî zanistiyê ye, dijberî ronakiyê ye. Bi taybetî li ser esasê encamê ku li Şengalê rû da mirov dikare bêje dijminê jinê ye û mirov dikare DAÎŞ’ê wisa pênase bike. Li cihên ku êrîş pêk hatî yekem car dest avêtin jinan. Jin li bazaran hatin firotin, bi tecawizê re rûbirû man û bi mehra cîhadî jin bi zorê hatin zewicandin. Ji bo vê dema mirov DAÎŞ’ê binirxîne ya rastî mirov dikare vê ferasetê bibîne. Mirov nikaren ji tevgerên din re muqayese bike."    'Êrîşên li hemberî çand û netewa kurd dikin'   Ala, li ser armanca êrîşên li hemberî Wargeha Mexmûrê wiha nirxand: "Ji ber ku Mexmûr komalgeyekî Kurdistanî ye. Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê kurd koçberê axa başûrê Kurdistanê bûn û li wargeha Mexmûrê hatin bicihkirin. Di armanca êrîşên ku li hemberî Mexmûrê tên kirin jî di rastiya xwe de êrîşên li hemberî çanda Kurdî ye û êrîşî netewa Kurd e. Di çi astê de hevkarên wê yên wî fînanse dikin hene em van dizanin, dixwazin vê rewşê li vir jî biqewimîne û nêzîkatiye wisa li vir jî bike. Ji bo wê êrîşên wisa li vir jî hatin kirin. Weke hewlest di komalgehekî weke Mexmûr de li hemberî wî seknek hat raberkirin. Bi derfet û şertên xwe, helwestekî dan nîşandan."   'Bi taybetî êrîşê pergala Mexmûrê dikin'    Ala, bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrîşan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encam de Mexmûr bi sê aliyan ve girêdayî ye. Hêm Neteweyên Yekbûyî, hem Herema Federal a  Kurdistanê û hem jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve girêdayî ye. Di gelek cihan de helwest li hemberî wan pêşketin. Lê bi taybetî ji bo herema Kurdistanê, heya niha li hemberî van êrîşan helwestekî wisa van tiştan qebûl neke, nehatiye raberkirin. Berovajiyê vê hat dîtin. Di pratîkên hatine jiyîn de jî mirov dikare bibîne. Wekî Şengal, Mexmûr û gelek cihên din hiştin û çûn, xwedî li gel derneketin. Erka xwe ya niştimanperwerî, erka xwe ya Kurdîtî, li hemberî van êrîşan gel bê parastin hiştin. Gel bi derfetên xwe, kesên ku dikaribû parastinê bike hebû û bi bergiriya xwe dikaribû li hemberî DAÎŞ’ê bisekine hebû. Ji ber vê dema mirov rewşekî wisa dinirxîne, mirov dikare bibîne ku ji bo Mexmûr jî bi heman şêweyê binpêkirina çanda wê bû. Ji ber ku em her tim dibêjin Mexmûr remzekî ji bo tevahî Kurdistanê ye. Mînakek e. Pergalekê xwe yê ew bi xwe xwe dimeşîne heye. Pergalekî ku her çiqas bi penaberî êş û azarî hatibe dîtin, lê pir cihan de xwe da avakirin heye. Li ser hêza xwe ya xwebûnê jiyaneke nû li ser xaka ku di nav de dijî ava kir. Êrîşên ku tên pêkanîn jî li hemberî van hemûyan e."   'Aliyek êrîş û aliyek jî ambargo'   Ala, diyar kir ku heta niha tu kes li hemberî êrîş û amborgoyê erka xwe bi cih neaniyê û wiha bi lêv kir: "Hêzên ku xwe wek parezvanên mintiqe dibînin, helwestên wan jî diyar bû. Di rewşên ku hatin jiyîn de jî mirov bê mesûlbûn, bê berpirsiyartiyan wan a li hemberî wargehê jî dibîne. Bê mesûlî, xemsarî an jî ji nedîtî ve hatin, dûrî xwe dîtin û heta li hinek cihan reşkirina wargehê tê kirin. Sînorên cûda cûda li ser wargehê tê avakirin ji bo wargehê reş bikin û rewşekî wisa mirov dikare bibîne. Li gor navên ku bang li xwe dikin ê bi navê Kurdîtî, bi navê netewîbûnê, bi navê bergiriyê; lê pratîka derdikeve holê û nêzîkatiyên ku di jiyanê de derdikevin berevajoyê vê ne. Ev rastiyana li ber çav tên raxistin. Ji bo wê, di nav ewqas êrîşan de, di nav bê derfetiyên weke wargehê em dijîn rewşa ambargoyê heye. Em tenê bi êrîşên DAIŞ’ê re rûbirû neman, tenê bi zehmetiyên DAIŞ’ê re rûbirû neman. Wargeh niha bi ambargoyê re rû bi rû man. Ev 9 meh in û çend rojan tijî kir."   'Zehmetiyên amborgoyê hene'   Ala, destnîşan kir ku li hemberî wargehê zext hat li pêş xistin û wiha dom kir: "Şêniyên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê kurd in û bi çanda xwe re girêdayî ne. Şêniyên li vê derê ji bo debara xwe berê xwe didin Hewlêrê û li vir kar dikin. Vê tiştî li hemberî me bikar tînin û dibêjin qey em neçin Hewlerê em ê birçî bimînin. Dixwastin em bibin muxtacên wan û zextekî bi vê rengî li hemberî me dan meşandin. Ya rastî di bin vê zextan de hîn armanc hene, xwestin daxwazên xwe li ser me ferz bikin. Hinek tiştên ku bi salan e li bendê ne, bi vê awayê dixwestin bidest bixin. Ji bo wê ev rewş berdewam kir, heya niha jî rewşa ambargoyê berdewam jî dike. Bê guman ev ambargo jî zehmetiyek mezin anî.   'Herî zêde jin bûn mexdûr...'   Endama Pêwendiyên Dervê ya Wargeha Mexmûrê Ala, diyar kir ku di vê ambargoyê de yê ku herî zêde zehmetiyê kişandin jî jin bûn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Yên ku li seyterê zarokên xwe ji dest dan dayik bûn, yên ku li seyterê ji hêla peşmergeyan porê wê hat kişandin jin bûn, yên ku nexweş divê biçin Hewlerê jin bûn. Di vê alî de bi taybet yê ku piranî eziyet kişand jî jin bûn. Dayikên me yên temen mezin li ber seyterê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwestin rewşa wargehê ragihînin rayedarên Herêma Kurdistanê. Lê mixabin ew jî çênebû. Meşa penabertiya xaka Mexmûr a 21 sal in didomin gelek caran rastî êrîş û astengiyên bi vî rengî re rûbrû man."   'Rayedarên Herêma Kurdistanê bêdeng in'   Ala Mehamed Ahemd, di xaftina xwe de bal kişand ser rewşa wargehên din û wiha got: "Li wargehên Zaxo û Dûhokê hinek ciwan windabûn û aqûbeta wan hêj ne diyar e. Her wiha dema kes bê li vir tên girtin. Her wiha rêya wargehê tê girtin. Mafê Tevgera Azadiyê li vir heye ku xebat bimeşîne, lê ev tişt jî bi girtina rê hatin astengkirin. Ciwanên ku dixwestin li Hewlerê xebat bimeşînin hatin astengkirin. Ev tişt gelek caran dubare dibû lê belê niha bêtir zext li hemberî wargehê heye. Me hîn hevdîtin pêk anîn lê belê negihaşt encamekî. Lê belê Herêma Kurdistanê merceya biryarê nîne di vê mijarê de. Ji ber ku yên biryar didin ne ew in. Ger mirov di derbarê cihekî de biryaran bigire, divê mirov diçe û bide fêmkirin, sedemên wî dibêje. Lê mixabin heya niha ji hêla rayedarên heremê ve ev tişt ji me re nehatiye ragihandin." vegotin. Ev zehmetiyan bi xwe re anî."   'Dora 12 hezar kesî hatiye dorpêçkirin'   Ala Mehamed, da zanîn ku mexmûrî bi taybetî bi karkeriyê debara xwe dikin û wiha axivî: "Li Wargehê gelek kes karkerin û bi karkeriyê debara mala xwe dikin. Lê ev 9 meh in karek nakin û li gorî derfetên xwe li ber xwe didin. Lê belê ev tişt bi xwe re zehmetiyan jî tîne. 9 meh in bê sûc û bê sedem 12 hezar nifus heyî, dora wan hatiye dorpêçkirin. Gelo mafê me yên Kurdistaniyan nîne ku em wekî kurdistanî tevbigerin û biçin bajarên din ên Kurdistanê. Lê mixabin ew maf jî îro ji bo me hatiye sînorkirin. Me li hemberî ambargoyê got ‘tu kes nikare me bi birçîbûnê terbiye bike’. Weke gelê wargehê bi rastî sekna li hemberî ambargoyê bi vê şiklê bû. Gel bi her avayî li ber xwe da û peyamek da. Bi salane dijmin dixwest bi birçîbûnê me perwerde bike, lê gelê me nehat wê lîstokê."   'Wargeh di bin sîwana YN de ne'   Ala, destnîşan kir ku bi gelek saziyên mafên mirovan re hevdîtin pêk anîne û wiha dom kir: "Li ser vê esasê gelek hevdîtinên me pêk hatin. Ji Netewên Yekbûyî, ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê, ji Hêyva Sor a Iraqê, Wezaretê tenduristiyê re hevdîtin hatin kirin. Lê belê wargeh di bin sîwana Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê de hatiye avakirin. Me gelek caran di vê mijarê de hişyariyan kir, lê belê tu bersiv nayên dayîn."   'Divê alîkariya tenduristiyê bê kirin'   Ala, bal kişand ser vîrûsa koronayê û wiha got: "Me rewşa DAIŞ’ê nirxand, rewşa ambargoyê nirxand, lê niha rewşa ku tê jiyîn ji van cûda ye. Îro tevahî cîhan bi vîrûsa koronayê re rûbirû ye. Encamê wê çi dibe bila be îro giştî cîhan dixwaze li hemberî wê yekitiya xwe ava bike. Me jî xwest li gorî derfetên xwe hinekî li hemberî vê rewşê bisekinin. Daxwaza me ji Hêyva Sor û Xaça Sor çêbû me xwest li dijî vîrûsê alîkariyek bê dayîn. Derfetên ku yên niha heyî terê nakin. Divê alîkariya tenduristiyê bê kirin."   Ala bi bangewaziyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê, sazî û dezgehên navneteweyî, Hikûmeta Herêma Federal dikin û dibêjin ku helwesta ku 9 meh in li wargehê didomin divê bên guhertin. Divê guh bidin penaberan."