Xizmên girtiyan û xebatkarên girtîgehê banga tedbîrê kirin 2020-03-31 09:05:03   MÊRDÎN  - Xizmên girtiyan diyar kirin li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê yekane tedbîra tê girtin pîvandina germahiya laş e û banga tahliyeyê kirin. Gardiyan jî daxuyakirin ku di rewşa ku vîrus li girtîgehê derkeve holê de wê bi lez belav bibe û divê zêdetir tedbîr bên girtin.   Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Yek ji cihên ku herî zêde di bin rîskê de ye girtîgeh in. Heta niha rayedaran ji bo girtîgehan jî tu tedbîr negirtine. Di 3’yemîn pakêta darazê ya AKP’ê de ji bo girtiyên edlî, sûcdarên îstîsmarê rêya tahliyeyê vedibe lê girtiyên siyasî ji derveyê vê pakê tê ne.   Li gorî agahiyan heta niha li Mêrdînê nêzî 500 kesî di bin karantînayê de ne û li girtîgehan jî ji bilî pîvana agirê beden tiştek nayê kirin. Malbatan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê demildest girtîgeh bên valakirin. Hat îdiakirin ku li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê du girtî xistine bin karantînayê û piştî ku dîtina pirsgirêk tune dîsa xistine koxuşan û got tenê agirê beden tê pîvan.   Gardiyanan der barê mijarê de diyar kirin ku hîna tiştek nedîtine, lê di bin rîskek mezin de ne û got: “Di rewşa bûyer rû bide de wê vîrus bi lez belav bibe. Ji bilî pîvana agirê beden tu tedbîr nayên girtin.   Hevjîna girtiyê bi navê Mehmet Sumbul, Bahar Sumbul jî destnîşan kir ku divê girtîgeh demildest bên valakirin û got: “Em li malê ji hev dûr in. Di wan koxuşan de wê girtî xwe çawa biparêzin. Gelek kes ligel hev dijîn. Girtîgeh di bin rîska giran de ne. Di rewşa tedbîr neyên girtin û tahliye neyên kirin de wê girtî bi mirinê re bên rû hev. Em vê qebûl nakin. Wê tecawizkaran derxînin lê yên siyasî bihêlin. Ev ne mirovahiye. Divê demildest hemû girtîgeh bên valakirin.”