'Me xwest em alîkariyê ji jinan û kesên xizan re pêşkêş bikin' 2020-03-31 09:04:03   QAMIŞLO - Rêvebera  Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser Jinê Sûzan Hûsên, ji bo hemleya alîkariya jinan a ku rêxistinê dest pê kiriye nirxandin kir û got: "Me xwest  em alîkariyê ji malbatên xizan û jinên astengdar re pêşkêş bikin Armanca  me ew e ku em dilê gelê xwe rehet bikin û hinekî  wan dûrî metirsiya vîrusê bikin."   Bi sedema qedexekirina derketina derve ya ji ber belavbûna Vîrusa Koronayê ku heya niha tu dermanên wê nehatina dîtin, gelek rêxistin û mirovên ku dilê wan ji bo êş û zemetiyên civaka wan lê dide, dest bi hemleyên alîkariyê ya ji bo malbatên xizan û jinên astengdar kirine. Bi vê armancê Rêxistina Sara a li dijî Tundiya ser Jinê, dest bi hemleya alîkariyê kiriye. Ev hemle dema wê ne diyar e, yanî wê berdewam be heya ku rewş baş bibe. Têkildarî mijarê Rêvebera  Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser Jinê Sûzan Hûsên armancên hemleyê rêbazê wê nirxand û ji me re parve kir.   ‘Em ê xwedî li jinên civaka xwe derkevin'   Sûzanê derbarê  hemleya Rêxistina Sara ya  ji bo jinên ku rewşa wan  a jiyanê zehmet e, dest pê kiriye wiha got: "Rêxistina Sara dest bi hemleyeke alîkariyê ya ji bo jinan kiriye. Ev hemle jî bi dirûşma 'Em ê bi sara dest pê bikin'e.  Ji ber ku  em dibînin her roj Vîrusa Korona li cîhanê belav dibe û di nav de jî xeteriyeke mezin li ser tevahî mirovan heye, me jî xwest em di vê merheleya hesas de bibin alîkar . Rêveberiya Xweser  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketina derve qedexe kir. Weke Rêxistina Sara me xwest em alîkariyekê bidin jinên ku rewşa wan ya jiyanê zehemte, ev hemleya me wê mirovên astengdar jî bigire dest û di nav de jî jinên temenmezin.  Em ê xwedî li jinên civaka xwe derkevin."   'Me xwest em alîkariyê ji jinan û kesên xizan re pêşkêş bikin'    Sûzanê wiha domand: "Fikra hemleya alîkariyê ji mêj de di bala me de bû, lê ji ber rewşa qedexekirinê ku her kes niha di malê de ye û di karantînaya tenduristiyê de derbas dibe, me xwest em jî alîkariya xwe ji malbatên xizan û jinên astengdar re pêşkêş bikin. Hemleya me  wê bê dem berdewam bike,  em ê pêwîstiyên jinan yên malê ji xwarin, vexwarin û hemû pêdîviyên jiyanê,  peyda bikin . Armanca  me ew e ku em dilê gelê xwe rehet bikin û hinekî  wan dûrî metirsiya vîrusê bikin. Me bi sara dest pê kir û em dixwazin hemû rêxistinên din yên xizmetê tevlî  hemleya me bibin."    'Li gor derfetên xwe em ê xizmeta gelê xwe bikin'   Sûzanê di dawiyê de bang li rêxistinên jinan kir ku destekê bidin hemleya wan û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Niha ji ber rewşa qedexekirinê em nikarin di nava bajaran de bigerin, ji bo wê her herêmek yan jî navçeyek wê di bajarê xwe de vê hemleyê bi rê ve bibe. Li gor derfetên xwe em ê xizmeta gelê xwe bikin û pêwîstiyên wan bigihîn ber deriyê mala wan. Bangawaziya me ji bo hemû rêxistinên jinan ên di partî û desteyan de heye  ku alîkariyê bidin hemleya me, ji bo ku em jiyaneke aram û bi tendurist ava bikin. "