'Li dû qutkirina avê berjewendiyên siyasî û leşkerî hene' 2020-03-31 09:03:03   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Zeyneb Eyo derbarê qutkirina avê ya ji aliyê dewleta tirk ve wiha got: "Dewleta tirk qutkirina avê ji bo berjewendiyên xwe yê leşkerî û siyasî bi kar tîne. Lê ev helwesta dijmirovî nayê qebûlkirin. Tunebûna avê ew ê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê veke."   Di 22'yê Adarê de dîsa dewleta tirk  ava ku ji stasyona Elok a ku ji Serêkaniyê ber bi Til Temir û Hesekê ve tê, qut kir. Piştî êrîşên li ser Serêkaniyê ev 4 car in dewleta tirk avê ji ser nîv milyon kesî qut dike. Li hember vê kirîzê jî şaredariyên gel dikevin nav liv û tevgerê da ku pêwîstiyên gel bicih bînin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Şaredariya gel a Til Temirê Zeyneb Eyo axivî.    'Ji dema dagirkeriyê heta niha 4 car in avê qut dikin'    Zeynebê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk piştî êrîşî Serêkaniyê kir 4 caran av li nîv milyon mirovan qut dike û wiha domand: "Ji dema dagirkeriya Serêkaniyê heya niha ev 4 car in dewleta tirk a dagirker avê li ser nîv milyon kesên ji gelê Til Temir û Hesekê û bi sedan ji gundewarên wê qut dike. Bi qutkirina avê re şênî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin."   'Li dû qutkirina avê berjewendiyên siyasî û leşkerî hene'   Zeynebê  da zanîn ku dewleta tirk bi qutkirina avê berjewendiyên xwe yê leşkerî û siyasî bi kar tine û wiha dom kir: "Dewleta tirk bi qutkirina avê û kirîza avê ku şênî tê de derbas dibin, dixwaze ji bo berjewendiyên xwe yê leşkerî û siyasî bi kar bîne."   'Rûsya û Rejîm vala vedigerin'    Zeynebê destnîşan kir ku ev du roj in karkerên avê diçin stastyona Elok, lê vala vedigerin û wiha  pê de çû:"Ev du roj in karkerên me yên avê bi Hêzên Rûsya û Rêjîmê re diçin Serêkaniyê ku stasyona Elok bidin şuxilandin lê vala vedigerin. Di 25'ê mehê de dewleta tirk nîv saetê stasyon şuxilandin paşê dîsa girtin. Di 24'ê mehê de Rûsya û Rejîm jî dîsa çûn lê vala vegeriyan."   'Li dijî kirîza avê Şaredariya Gel di nava tevgerê de ye'   Zeynebê diyar kir ku ew bi sarincên avê, av li ser şêniyan belav dikin û wiha dewam kir: "Li dijî kirîza avê û tevî derfetên me yên kêm jî, me çar sarincên xwe xistin e xizmeta gel û koçberên ku li herêmê dimînin. Sarincên avê ji saetên serê sibehê de dest bi belavkirina avê dikin heya saetên êvarê berdewam dikin. Gelek gund ê Til Temirê hene û dibe ku dereng av bigihêje şêniyên gundewarên din."   'Nebûna avê wê bibe sedema belavbûna Vîrusa Koronayê jî'    Zeynebê destnîşan kir ku nebûna avê pêşiya Vîrûsa Koronayê vedike û wiha dewam kir: "Bedena mirovan herî zêde tiyê avê ye û paqijî jî ji hebûna avê tê. Eger av nebe bedena mirovan ji derbasbûn û zindîkirina dehan vîrûsan re vekiriye. Ji bo wê nebûna avê wê bibe sedema çêbûn û belavbûna Vîrûsa Koronayê."   'Dem dema paqijiya ji vîrusan e'   Zeynebê herî dawî bang li sazî û dezgehên mirovî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e sazî û rêxistinên mirovî di zûtirîn demê de pirsgirêka avê çareser bikin. Dem dema paqijiya ji vîrusan e,  ne dema bikaranîna berjewendiyan e."