Remzîye Tosûn: Hewldanên AKP’ê û medyaya alîgir wê tu carî encam negirin 2020-03-30 15:42:41   AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku  hikûmet bi hedef girtina HDP’ê dixwaze bêtedbiriya xwe veşêre.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derheqê   banga ku ji hêla Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li kolanên Amedê ji ber vîrûsa koronayê  pêk hatiye de der heqê Parlementerê HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun lêpirsîn  vekir.  Di heman demê de  der heqê kesên ku tevlî anonsê bûn de jî biryara binçavan hate dayîn.    Li ser bûyerê Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun  nirxandin kir.    ‘Ji tedbîrên ku nehatine girtin em  fêm dikin ku îktîdar nikare vê aloziyê bi rê ve bibe'   Remziyeyê diyar kir ku kolan bi kolan wan xwest gel ji vîrûsa koronayê agahdar bikin û wiha axivî:” Me di çarçoveya bi dirûşmeya “Li malê de bimîne” li gel Meclîsa Ciwanan xwest ku li kolanan bi anonsan gelê xwe ji nexweşiyê agahdar bikin. Ev vîrûs e li dijî mirovahiyê gefek e. Lê mixabin li hemberî vê helwesta îktîdarê jî li berçav e. Ji tedbîrên ku hatine girtin em  fêm dikin ku, îktîdar nikare vê aloziyê rêve bibe. Hemû cîhan bi nexweşiya koronayê re mijûl e, lê balkêş e ku ji aliyê medyaya alîger û îktîdarê ve şexsê min hat hedef girtin. Ev êrîş e bi zanebûn pêk hat.”    ‘Tendûristiya gel mijara me ya sereke ye’   Remziyeyê berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li herêmê hejmara xebatkarên tendûristiyê pir kêm e û ev tişt got:” Di qada tendûristiyê de li herêmê kêmasiyên xebatkarên tendûristiyê heye. Divê ev kêmasiye bi lez ji holê bê rakirin.  Ev du roj in li dijî şexsê min li ser medyaya civakî kampanyaya lîncê hat destpêkirin. Ev rewş heta ku bi gef xwarinê hatiye.Dîmênên ku me li ser medyaya civakî  parve kirin aşkere ne û ji bo ku gel ji hin tiştan agahdar be me parvekirin kirine. Wekî parlementerên HDP’ê em kolan kolan geriyan û me banga “Li malê bimînin” kirin. Ji bo gel çi pêwîst be ez amade me. Tendûristiya gel mijara me ya sereke ye. “   ‘Hewlêdanên AKP’ê  û medyaya alîgir wê tu caran encam negirin’   Remziyeyê bi domdarî anî ziman ku  parlamenterên HDP’ê ji aliyê medyaya alîger ve tên hedef girtin û wiha pê de çû:” Ji berê de jî gelek parlementerên me ji aliyê medyaya alîger ve hatin hedefgirtin. Em  êdî hînî vê nêzîkatiyê bûne. Ev êrîş li dijî  îlegalîzekirina partiya me ye.Lê ew jî dizanin ku ev hewlêdanên wan wê tu caran encam negirin.  Em di parlementoyê de îradeya 6 mîlyonan in.AKP tune dibe ji ber wê jî dixwaze hebûna xwe bi êrîşkirina kurdan ava bike.     ‘Em bang gel dikin li malên xwe bimînin’   Remziyeyê herî dawî daxuyand ku ew ê di her şert û mercan de li cem gel cih bigirin û wiha dawî kir:”Em wekî partî em ê her tim li cem gelê xwe cih bigirin. Em dubare bang li gelê xwe dikin,  divê gelê me ji malên xwe dernekeve û xwe biparêze. Mal de mayîn mecbûri ye. Em ji gelê xwe bawer in û hêvî dikin ku ew ê bi hestiyar tev bigerin.”