Li Wanê gundek û 2 mezra xistin karantînayê 2020-03-30 11:05:58   WAN - Li Navçeya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li Navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber şewba vîrûsa korona xistin karantînayê.    Li Wanê gundek û 2 mezra (gundik) ji ber şewba vîrusê xistin karantînayê. Li Navçeya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li Navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber şewba vîrûsa korona xistin karantînayê.    Welatiyê ku ji Stenolê hat Gundê Esenyamaçê yê Elbaka Wanê rakirin nexweşxaneyê. Di testa welati de vîrûsa corona derket û piştî wê gund xistin karantînayê. Li Navçeya Şaxê ya Wanê jî mezgirkên Çemîk û Tellikaya yê girêdayî gundê Alacayerê di xwîna welatiyekî de vîrûsa corona derket. Piştî test posîtîf derket gundik xistin karantînayê.    Gundê Xanê yê navçeya Ebexa Wanê jî 4 rojin, ji ber vîrûsa korona di karantînayê de ye. Welatiyê ji Stenbol hat Xanê di xwina wî de vîrûs hat dîtin û ji 27'ê Adare heta niha gund di karantînayê de ye.